Rojnameger û çalakvanên Başûr li dijî dagirkerîyê banga yekitîyê kirin

Rojnameger û çalakvanên Germîyanê, li dijî gefên Dewleta Tirk yên ji bo dagirkirina Rojava banga yekitîyê kirin.

Têkildarî mijarê Rojnameger Îbrahîm Hewas daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got: ”ji bo birayên me yên Rojava, hemû nakokîyên xwe dayîne alîyeki û li hember pîlanên Erdogan bibe kelem.”

Rojnameger Omer Tînû jî bal kişande ser girîngîya yekitîya netewî û got: ”Niha dem dema wê ye ku hemû Kurd ji bo yekîtî û xurtkirina Rêveberîya Xweser piştgirîyê bidin. Armanca Erdogan tunekirina hemû Kurdane.”

Aktîvîstê Sivîl Behadîn Kemal da zanîn ku Erdogan dixwaze ew rihê şoreşgerî yê Rojava yê Kurdistanê tune bike û got: ”Kurd mafê xwe yê xweserîyê dixwazin, lê Dewleta Tirk hewil dide hemû Kurdan ji holê rake. Pêwîste em yekitîya netewî ava bikin.”

Back to top button