Îlham Ehmed mijarên di rojevê de nirxandin û qala serdanên MSD’ê yên li derve kir

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bû mêvana bernameya Taybet a televizyona me û serdana wan ya li Mosko Mosko, gefên dewleta Tirk li ser herêmê û hevdîtinên Rêveberiya Xweser û Şamê nirxand.

Îlham got, “Rûsya li herêmên ku lê dimîne divê berpirsyariya xwe ya garantorî bi cih bîne.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bû mêvana bernameya Taybet a telefizyona me û bersiv dan pirsên rojnamevan Cihad Roj:

Îlham Ehmed: Danûstandinan li ser Sûriyê di nava Amerîka û Rûsiya de dest pê kir

Li ser pirsa, di vê dema ku gef tên xwarin, çûna Erdogan a Amerîka û hevdîtina Erdogan û Pûtin li Rûsiya û geşedanên li herêmê de girîngiya vê serdanê çiye? Îlham Ehmed ev nirxandin kir:

“Peywendiya bi welatên derve re her heye, û di vê demê de şandeyên me çûn Mosko û Washingtonê û dibe ku hinek serdanên din ji bo hin welatên din jî hebin. Ji bo aloziya Sûriyê, danûstandinan di navbera Rûsya û Amerîkayê de dest pê kir, pêwîst bû em jî cihê xwe di nava de bigirin. Ev serdan di vê pêvajoyê de pêk hat bi taybet ku alozî gihaştiye qonaxa “cemidandinê”. Pêwîst bû em van mijaran pêşkêşî civaka navdewletî bikin, da ku werin nîqaşkirin û biçin ser maseya welatên destwerdan li Sûriyê kirine.

Derbarê serdana MSD’ê ya li Mosko, Elham Ehmed got:

Îlham Ehmed: Rûsiya divê derbasî qonaxa ku rêjîmê bîne ser masê bibe

“Bandora Rûsya li dosya Sûriyê gelekî girîng e. Ew bi domdarî destekê dide Rejîmê. Rûsya dikare rolekê di warê çareseriya siyasî de bilîze. Heta niha Rûsya girîngiyê dide aliyê leşkerî û awayê kontrolkirina Rejîmê ji hemû deverê re, Lê belê di aliyê siyasî de lawaz e. Pêwsît e Rûs derbasî qonaxa ku rêjîmê mejbûrî danûstandina bikin bibe. Ev yek wê rê li ber çareseriyên leşkerî jî veke û wê hemû şêwazên leşkerî têk bibe û aloziyê bi dawî bike.”

Li ser pirsa gelo Rûsya bi wê yekê bawer dike ku dûrî bazar û şerê çekdarî bikeve û danûstandinên siyasî bixwaze jî, Îlham Ehmed ev bersiv da:

“Rewşa Sûriyê gihaştiye astekê ku zehmet e herêm pev werin guhertin. Rewş nema dikare xwe li ber van lihevkirina ragire. Pêwîst e li çareseriyên bingehîn bigerin. Me dît ku Rûsya girîngî dida kontrokirina Rejîmê ji axa Sûriyê re, bi taybet li herêmên di bin destê Komên Tirkiyê. Em vê herî dawî li Idlibê dibîin. ”

Derbarê danûstandinên di navbera Rêjîmê û Bakurê û rojhilatê Sûriyê û rola Rusan tê de jî Îlham Ehmed got:

Îlham Ehmed: Me niyeta Rûsiya ya navbênkariya nava rêjîmê û MSD’ê de dît

“Berî niha jî hewldanên wan hebûn. Lê belê hewldan bi tenê têrê nake, divê herdû alî ji bo proseya siyasî amade bin. Her tim Rejîmê rola neyînî lîstiye. Ji bo beşdariya Rejîmê di diyalogeke siyasî ya cidî de, me tu nîşane nedîtin. Me ji Rûsyayê xwest ku çawa roleke bi bandor bilîze û garantiya diyaloga siyasî bike.

Li ser pirs ku hûn texemîn dikî ku wê Rûsya di warê diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, bi rola xwe rabe, Îlham Ehmed ev bersiv da:

Erê, me ev niyet li cewam dîr û berî niha jî li cem wan hebû.

Li ser gefên dewleta Tirk û li herêmê rola Rûsiya bi taybet, Îlham Ehmed ev yek anîn ziman:

Îlham Ehmed: Rûsya li herêmên ku lê ye divê berpirsyariyên xwe bi cih bîne

Rûsya, di ber herêmên ku tê de ne berpirsyar e, di nava wan de herêmên sînorî, çi Efrîn, çi Til Rifet an Şehba yan jî heta Rojhilatê Firatê. Ew di ber aramiya herêmê de berpirsiyar in. Ev yek jî li gorî lihevkirina Tirkiyê û Rûsya ya sala 2019’an e. Divê ev lihevkirin were parastin.

Back to top button