Li Reqayê bi şahiyekê hat pîrozkirin û soza rizgarkirina herêmên din hat dayîn

Gelên Reqayê îro bi şahiyekê salvegera rizgarkirina pîrozkirin..
Di şahiyê de li ser girîngiya rizgarkirina bajêr axaftin hatin kirin û soza rizagrkirina bajarên din yên dagirkirî jî hat dayîn.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê,bi hevkarî û piştigira hêzên koalisyonê beriya çar salan hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê dan destpêkirin û bajar ji zilm û terora DAIŞ’ê xilas kirin.

Şahiya salvegera 4’an a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê, îro li Yarîgeha Reş a Reqayê hate lidarxistin û bi coşek mezin hat pîrozkirin.

Bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê, hevseroka meclisê Leyla Mistefa bixêrhatina mêvanan kir û salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê li hevjîn û malbatên şehîdan pîroz kir.

Leyla diyar kir ku salvegera rizgarkirina bajêr, mîladeke nû ya şêniyên Reqayê ye û wiha got:

“Îro bi saya hêzên me yên ewlehiyê, li Reqayê aramî û ewlehî heye.

Bi ked û hevgirtina şêniyên bajêr bi Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê û Gundewarên Wê re, Reqa ji nû ve hate avakirin.”

Herwiha Leyla rola Jin ya di rizgarkirin û avakirina Bajêr de bi bîr xist û anî ziman ku jinan li Reqayê îsbat kir ku ew dikare di avakirina civakekê de, pêşeng be.

Bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Feysel Salim wiha axivî:

“Em îro salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê pîroz dikin, em malbatên şehîdan silav dikin û dibêjin ku fedakariyên zarokên we ji me re şerefek e.”

Feysel Salim di dewama axaftina xwe de got, “Kesên ku destê wan di kuştina gelê me û piştgiriya terora DAIŞ`ê de hebe, em efû nakin.”

Yek ji endamên rêveberiya Kombûna Jinên Zeyûbiya a Reqayê Itîmad El-Ehmed jî destnîşankir ku piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, bi projeya neteweya demokratîk herêm ji nû ve û bi awayê jiyanek hevbeş tê avakirin.

Itîmad El-Ehmed, salvegera 4’an a rizgarkirin Bajarê Reqayê li her kesî pîroz kir û hevî kir ku aştî li seranserê herêmên din yên Sûriyê jî pêk were.

Back to top button