Hevpeyvîna Taybet Bi Ilham Ehmed re

Ronahî TV hevpyevîneke taybet bi Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed re kir. Di hevpeyvînê de mijarên serdana MSD’ê û Rêveberiya Xweser ji bo Mosko û Washingtonê, gefên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî û hevdîtinên Rêveberiya Xweser û Şamê hatin nîqaşkirin.

Girîngiya vê gera dîplomasî ji bo Mosko û Washingtonê di vê demê de çi ye, bi taybet ku gelek geşedanên nû çûdibin, weke hevdîtina McGork- Fîrşnîn, xwestina Beşar Esed ji bi Moskoyê, hevdîtina Putin-Erdogan, geşdanên li Başûrê Sûrî û Bakur-Rojavayê Sûrî, û her wiha gefên dewleta Tirk li dijî herêmê, hemwextî van geşedanan, çawa girîngiya serdanê tê nirxandin?

Ilham Ehmed: peywendiya bi welatên derve re her heye, û di vê demê de şandeyên me çûn Mosko û Washingtonê û dibe ku hinek serdanên din ji bo hin welatên din jî hebin. Dema serdanê ji ber rewşa siyasî ya girêdayî dosya Sûriuyê li ser asta herêmî û navdewletî, girîng e. Ji bo aloziya Sûriyê, danûstandinan di navbera Rûsya û Amerîkayê de dest pê kir, û pêwîst bû ku em jî cihê xwe di nava wan danûstandinan de bigirin. Hebûn û beşdariya di van danûstandinan de gelekî girîng e, bi taybet di warê pêşniyarkirina çareseriya siyasî, mekenîzmeya wê û awayê gihaştina ji hevtêgihiştên siyasî re. Ev serdan di vê pêvajoyê de pêk hat bi taybet ku alozî gihaştiya qonaxa “cemidandinê” û ji ber vê yekê pêwîst bû ku em van mijaran pêşkêşî civaka navdewletî bikin, da ku werin nîqaşkirin û biçin ser maseya welatên destwerdan li Sûriyê kirine.

Hûn li Moskoyê bi kê re rûniştin, sedemên serdenê çi bûn û gelo nêrîneke Rûsî ya nû ji bo Sûriyê heye, yan jî nîşaneyên qonaxeke nû hat dîtin?

Bandora Rûsya li dosya Sûriyê gelekî girîng e, bi taybet ku ji ber çend salan di nava axa Sûriyê de ye û dosya siyasî niha di destê wê de ye. Ew bi domdarî destekê dide Rejîma Sûrî. Rûsya dikare rolekê di warê çareseriya siyasî de bilîze. Heta niha Rûsya girîngiyê de aliyê leşkerî û awayê kontrolkirina Rejîmê li ser tevahiya axa Sûriyê. Lê belê di aliyê siyasî de lawaz e, bi taybet di warê fişara li ser Rejîmê da ku wê naçar bike li ser maseya diyalogan rûnê û bikeve nava çareseriya siyasî. Pêwsît e Rûs derbasî vê qonaxê bibin. Ji ber dosya Sûriyê û şerê tê kirin, gihaştiye asta xetimandinê û tu pêşketin nema di aliyê leşkerî de çêdibin. Lê belê karê di dosya siyasî de, wê rê li ber çareseriyên leşkerî jî veke û wê hemû şêwazên leşkerî têk bibe û aloziyê bi dawî bike.

Gelo Rûsya bi wê yekê bawer dike ku dûrî bazar û şerê çekdarî, êdî rewş destwerdaneke siyasî dixwaze? Mirov dikare bêje ku ji aliyê Rûsya ve, niha şert û merc ji bo çareseriya siyasî guncaw in?

 

Rewşa Sûriyê gihaştiye astekê ku zehmet e herêm pev werin guhertin. Rewş nema dikare xwe li ber van lihevkirina ragire. Pêwîst e li çareseriyên kokdar bigerin. Mînak ji bo Derayê çareseriyeke kokdar pêwîst e û ev yek ji bo Bakur û Rojhikatê Sûrî, Idlib û herêmên din jî derbasdar e. Çareseriyên demkî û beşî nabe çarseriyeke giştî. Me dît ku Rûsya girîngî dida kontrokirina Rejîmê ji axa Sûriyê re, bi tayber li herêmên din destê Komên Tirkiyê de û em vê herî dawî li Idlibê dibîin. Ji lewre em dibînin ku çareserî kokdar be û divê li vê yekê bigerin.

Ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, Rûsya ji MSD’ê xwest?

Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî, mijara diyaloga bi Rejîmê re û rola Rûsya weke garnator hat nîqaşkirin. Berî niha jî hewldanên wan hebûn. Lê belê hewldan bi tenê têrê nake, divê herdû alî ji bo proseya siyasî amade bin. Her tim Rejîmê rola neyînî lîstiye. Ji bo beşdariya Rejîmê di diyalogeke siyasî cidî de, me tu nîşane nedîtin, çi ji bo Rojhilatê Firatê û çi jî ji bo tevahiya Sûriyê. Ji ber vê yekê me ji Rûsyayê xwest ku çawa roleke bi bandor bilîze û garantiya diyaloga siyasî bike. Wan jî amadekariya xwe nîşan da. Lê belê wê ev diyalog ji doysa aborî, pewerde yan jî tiştên din, ev yek wê di demên pêş de were şopandin.

 

Tu texemîn dikî ku wê Rûsya di warê diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, bi rola xwe rabe?

Erê, me ev niyet li cewam dîr û berî niha jî li cem wan hebû.

Hemwextî van hevîditina, Dagirkeriya Tirkiyê gefan li Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwe. Hûn bi berpirsên Rûs re rûnişin û we jî di nava axaftinên xwe got ne pêkane bazarên pevguhertinê çêbibin, gelo çawa helwetsta Rûsya derheqê gefên Tirkiyê yên dawiyê de dinirxînin? Pêkane Rûsya rê bide Tirkiyê ku êrişî herêmê bike?

Rûsya, di ber herêmên ku tê de ne berpirsyar e, di nava wan de herêmên sînorî, çi Efrîn, çi Til Rifet an Şehba yan jî heta Rojhilatê Firatê. Ew di ber aramiya herêmê de berpirsiyar in. Ev yek jî li gorî lihevkirina Tirkiyê û Rûsya ya sala 2019’an e. Divê ev lihevkirin were parastin. Gelek mijar hene û li ser wê bingehî Dewleta Tirk gefan dixwe. Niha her kes dizane ku di navbera komên Tirkiyê alozî hene. Em van nûçeyan rojane ji Efrînê dibhîsin. Ew jî ji bo desteserkirina taxekê yan jî malekê yan jî mal û milkên xelkê yên ji ber dagirkeriyê wêran bûne. Lê ne rast e ku QSD’ê, YPG’ê û xelkê herêmê bi van şer û pevçûnan werin tawanbarkirin. Ji ber vê yekê divê ev dewlet bi erkê xwe rabin û bi taybet Rûsya. Divê ji Tirkiyê bixwaze ku di nava axa Sûriyê derkeve û rolekê di warê vegerandina koçberan ji malên wan re bilîze û eger Rûsya vê yekê, wê gaveke gelekî baş û erênî be.

Axaftin hene ku nakokî di têkiliyên Rûsya-Tirkiyê jib o Sûriyê çêbûne. Jixwe balafirên Rûsya nuqteyên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û hin deverên din bombebaran kirin, gelo pêkane Rûsya û Tirkiyê rastî hev werin û şerê hev bikin?

Zehmet dibînim ku şerê hev bikin, bi taybet ku berjwendiyên hevbeş ên dewletan hene. Mixabin Sûriyê bûye meydana şerê dewletên herêmî û navdewletî. Ez hêvî dikim ku bi gavên aqilane hebin. Li şûna ku herdû dewlet şerê hev bikin, bila Rûsya bi awayekî fermi ji Tirkiyê bixwaze ku ji nava Sûriyê derkeve. Bi vê yekê qurbanên din çênabin û rê ji bo welatiyanên Sûrî vebe da ku li cihê xwe yê resen vegerin. Ev gelekî girîng e û pêwsît e Rûsya bi role rabe.

Berî niha hevdîtin di navbera Serokên Rûsya û Tirkiyê de çêbû, lê heta niha encamên wê ne zelal in. Hinek rapor dibêjin ku Rûsya ji Tirkiyê xwestiye hinek xalên xwe yên çavêdiryê ji herêma bêçek bikişîne, ev tê çi wateyê? Dûrî şerekî çekdarî, mirov dikar bêje ku berjwendiyên Rûsya û Tirkiyê li Sûriyê nema li hev tên?

Hemû civînên Sotçî ji xalên çavdêriyê û vekişîna koman ji hin herêman, bi taybet herêma bê çek. Diviyabû Tirkiyê komên xwe neçar kiriba ku ji wê herêmê vekişin û rêya navdewletî were vekirin. Ev li Sotçî li ser hatibû lihevkirin. Ev jî xizmeta berjwendiyên navdewletî dike. Bi taybet ku êdî her kes dizane ku li herêmên komên Tirkiyê, DAIŞ, Qaîde û komên radîkal hene. Ev yek jî xeteriyê li ser ewlehiya navdeletî çêdike. Her kes vê yekê dizane. Jixwe cudahiya di navbera komên opozsyona nerim û ya radîkal de li wan herêman gelekî zehmet e. Ji ber ku her kes zane ku komên nerim li wan herêman tune ne, lê belê hemû radîkal û girêdayî Qaîdê ne. Ji lewre çareseriya vê rewşê gelekî girîng e, lê çawa ? Gelo wê bi rêya lihevkirineke navdewletî be yan jî operasyoneke çekdarî, ev yek nayê zanîn. Heta niha li gorî lihevkirineke Tirkî – Rûsî dimeşe, lê gelo ev yek wê pêk were yan na, tu kes nizane.

Ji bilî van mijaran, we tu mijarên din girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûrî bi Rûsyayê ne nîqaş kirin, mînake beşdarbûna MSD’ê û Rêveberiya Xweser di nava çareseriya Siyasî de?

Herdem ev mijar bi hemû aliyan re tê nîqaşkirin. Beşdarkirina Rêveberiya Xweser û MSD’ê ji proseya siyasî de gelekî girîng e. Her kes dizane ku nebeşdarbûna ev pêkhateyî siyasî ji vê prosyê re, wê tu prose li ser erdê tune be. Eger Veto ji bo nebeşdarkirina Rêveberiya Xweser û MSD’ê ji proseya siyasî re, ev tenê windakirina demê ye û ev tê wateya têkçûna proseya siyasî. Di heman demê de tê wateya ku prose li gorî fişarên navdewletî tê meşandin û sûrî tiştekî wan tê de tune ye. Bi gotineke din ku prose ne erêkirineke sûrî yan jî biyareke sûrî nameşe. Ji lewre çi çêbibe û çi encam derkevin, wê ne girêdayî Sûriyan be, lê belê wê di xizmeta dewletan de be.

Em derbasî mijara serdana we ji bo Washingtonê bibin. Tenê di ware şerê li dijî DAIŞ’ê, DYA kordîneyê bi QSD’ê re dike, lê vê care şandeyeke MSD’ê û Rêveberiya Xweser pêşwazî kir û hûn bi berpirsên Qesra Spî û hin saziyên Amerîkî re civiyan, li ser vê bingehê, gelo Amerîka êdî danûstandina siiyasî bi Rêveberiya Xweser re dike?

Berî niha me weke MSD’ê hevdîtin li Wasihigtonê kirine. Lê belê vê care Rêveberiya Xweser jî beşdar bû. Amerîka jî di ber aramî û ewlehiya herêmê de berpisiyar e. Ew ji berî çend salan di vê dosyayê de cihê xwe digire û hîna jî. Tevî ku bi awayî çekdarî û meydanî di beşekî biçûk ê cografiya Sûrî de ye, lê belê ez texmîn dikim ku rol û bandora wê di doysa Sûrî de gelekî girîng e. Bi taybet ku wê bi rêya piştgiriya YPGê li Kobanê dest bi şerê terorê kir û di vî warî de serkeftinek qezenc kir û di vê yeka xwe de dewam dike. Lê belê tunekirina terorê tenê di ware çekdarî de pêk nayê, pêwîst e di aliyê sivîl de pêk were. Ji ber vê yekê dive Amerîka tevî aliyê çekdarî girîngiyê bide aliyê sivîl jî. Yanî jinûvekirina avakirina binesaziya herêmê, peydakirina kar û rêgirtina li ber gefan, gelekî girîng e. Amerîka jî niha girîngiyê dide vê mijarê. Ew di ber jinûveavakirinê de berpirsyar e, bi taybet ku şerên mezin û giran çêbûn. Ji lewre tiştekî xwezayî te ku bi erkê xwe rabe da ku aramî mayînde bibe.

Ji çaxa ku Joe Biden serokariya DYA’yê wergirtiye, tê gotin ku ji bo Sûriyê ne zelalî di helwest û stratejiya Amerîkî de heye, gelo piştî derbasbûna nêzî salekê di ser rêveberiya nû re , wê bêhna guhertinan di helwesta Amerîkî de kir?

Tişta ku me dît, gavên dereng ên Amerîkî nayê wateya peydakirina valahiyekê. Lê belê dernebûna wan derfetê dide xelkê herêmê ku projeya xwe pêşniyar bikin û fikirên xwe nîaş bikin û tişa ji bo xwe baş bikin. Ji lewre em dibînin ku ev xaleke girîng e. Dema DYA girîngiyê de xwestekên xelkê herêmê tiştekî girîng e. Amerîka proje, xwestek û şertên xwe li ser xelkê ferz nake. Idia hene ku projeya Amerîka parçekirin e, lê di rastiyê de em dibînin ku xelkê herêmê daxwaza Rêveberiya xweser û sûriyeke yekgirtî dikin û eger Amerîka girîngiyê bide vê yekê, wê modeleke serketî li tevahiya Rojhilata Navîn be. Ji lewre em dibînin ne zelaliya di stratejiya Amerîkî de, rê dide xelkê herêmê ku tişta guncaw ji bo herêma xwe bikin.

Hûn li Washingtonê bi kê re rûniştin û we çi nîqaş kir? Gelo projeyên Amerkî yên zelal ji bo desteka berdewam a ji Bakur û Rojhilatê Sûrî re, hene?

DYA di warê tunekirina terorê de destekê dide. Dibe ku ev yek derbasî çarçoveya xizmetê jî bibe, da ku aramî û ewlehî bibn serwer. Ev yek jî rê dide xelkê herêmê ku xwe bi xwe ava bikin.

 

Di çarçoveya vê stratejiya Amerîkî ya desteka ji Bakur û Rojhilatê Sûrî re ku bi rêya wê armanc dike, aramî hli herêmê çêbibe û piştgiriya jinûveavkirinê dike, lê belê gefên dewleta Tirk li dijî herêmê jî hene. Ev bi armancên Amerîkî re ne nakokî ye? Ango Amerîka herêmekê ava dike û Tirkiyê hewl dide wê hilweşîne; di vir de gelo helwesteke zelal ji DYA’yê nayê xwestin?

Destpêkê me qala berpirsiyartiya Rûsyayê di warê misogerkirina armaiyê li herêmê kir û di heman demê em qala berpirsiyartiya Amerîkayê jî dikin ku rê nede dewleta Tirk da êrişeke nû li dijî herêmê pêk bîne. Me encamên êrişa 2019’an dît. Ev yek zirarê dide berjwendiyên ewlehiya navdewletî. Ji ber ku di dema êrişeke Tirkî hebe, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê zindî dibin û dest bi çalakiyên xwe dikin. Lewma em dibînin pêwsît e Amerîka rê nede êrişeke dewleta Tirk û berpirsiyartiyên xwe çi li Rojava yan jî Rojhilatê Fiartê bi cih bîne. Divê rê li ber bihaneyên Tirkiyê were girtin. Ew her tim qala ewlehiya xwe ya nteweyî dike, ez jî dipirim, eger ewlehiya Tirkiyê ya neteweyî hebe, ma ewlehiya me ya niştîmanî jî tune ye?, helbet em weke Sûrî ewlehiya me ya niştîmanî heye û divê Tirkiyê rêzê ji vê yekê re bigire. Ji lewre çi êrişek çêbibe, em ê wê weke gefê li dijî ewlehiya niştîmanî ya Sûrî bibînin û em ê tiştên pêwsît bikin.

Di dema tu li Washingtonê bû, te qala diyaloga bi hemû aliyan re kir û di nav de Tirkiyê, gelo hûn ê li ser çi bingehê danûstandinê bi Tirkiyê re bikin ku gelek dever li Sûrî dagir kirine? Ev yek sponseriyeke navdewletî ji hêla DYA yan jî Rûsyayê yan jî aliyên din naxwaze?

Bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê, ji karên me yê sereke ye. Eger ev bi rêya diyalogê be, em amade ne. Da ku dagirkerî bi dawî bibe û rê ji bo Sûriyan û Kurdan vebe ku vegerin cihê xwe yê resen. Dewlet jî di ber vê yekê de berpirs in. Bi taybet Rûsya û Amerîka. Bi taybet ku Tirkiyê endameke NATO û Koalîsyona navdewletî ye. Ji lewre divê êrişên Tirkiyê yên li dijî Kurdan werin rawestandin. Ew bi bihaneya şerê terorê êriş dike û ew her kurdekî jî terorîst dibîne û hebûn, dîrok û er titştê pêve girêdayî wî dike armanc. Heta kesên pê re kar dikin dike armanc. Mînak ereb û suriyanên bi Kurdan re kar dikin dibin armanc. Ji lewre divê ev siyaseta dijminane derheqê Kurdan û pêkhatyên herêmê de were rawestandin.

Amerîka berê xwe daya vekişîna ji herêmên şer û herî dawî li Afganstanê çêbû û hin proje hene ku ji Rojhilata Navîn jî xwe vekişîne di nav de Sûriyê û Iraq. Lê belê berpirsên Amerîkî dibêjin ku Sûrî ji Afganistan cuda ye û xwe jinişkave nakişînin. Ev tê çi wateyê? Gelo strtajiyeke Amerkî zelal di dosya Sûrî de heye? Vekişîna Amerîka ji herêmê tê çi wateyê, gelo tê wateya rêdana ji Rûsya, Îran û Tirkiyê?

Ez texmîn dikim ku nirxandinên vekişîna Amerîka ji Rojhilata Navîn ne di cih de ne. Di dema ku Biden bû serokê DYA”yê strtejiya xwe zelal kir  û qala awayê vegerandina Amerîka ji lîdertiya Cîhanê re kir. Heta ku wî rexne li rêveberiyên berî xwe girtin. Ji ber ku wan rola Amerîka di lîdertiya cîhanê de lawaz kir. Ji lewre ew ê rola Amerîka di vî warî de vegerîne. Ji ber vê yekê vekişîna Amerîka ji Rojhilata Navîn, ne rast e.  Lê belê dibe ku şêwazî mabûna cuda be, weke çawa li Iraqê çêbû.

 

DYA ji bo Hikûmeta Şamê xwedî helwesteke zelal e. Ew cezayan li ser wê disepîne weke qanûna Qeyser û danûstandinên pê re qebûl nake û jinûveavkirina Sûrî bi rêya wê hikûmetê re jî re dike da ku fişarê lê bike ku biçe ser maseya çareseriya siyasî. Helwesta Amerîka ji diyaloga di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de çi ye?

 

Em hewl didin ku roleke Amerîkî di pêşxistina vê diyalogê de hebe û ew û Rûs fişarê li Rejîmê bike da ku diyalogê qebûl bike yan jî derbasî nava proseyeke siyasî cidî bibe. Ji ber rêya sereke ji bi bidawîkirina aloziya Sûrî, diyaloga navxweyî ye. Dewamkirina aloziyê xizmeta aliyê ku dixwazin şer dewm bike û aramî li Rojhilata Navîn têk biçe, dike. Em di vî warî de bi DYA’yê re dewam dikin.  Lê belê divê em cudahiyê têxin navbera qebûlkirina Rejîmê û pêşxistina diyalogê, di vir de cudahî heye. Em Rejîmê weke heyî qebûl nakin. Ev tê wateya ne pêkanîna proseya siyasî û vegera ji dema berî şoreşê re. Em vê yekê naxwazin. Lê belê em li guhertineke cidî û demokratîk digierin. Me ev yek ji Rûs û Amerîkiyan ji xwest.

Hinek alî DYA’yê bi astengkirina diyaloga Şam û Rêvebriya Xweser tawanbar dikin, helwesta Amerîkî ya zelal çi ye?

Agahiyên Amerîka ji mekînzmeya peywendiya bi Rejîmê re heye. Ev nayê wateya ku Amerîkî serperştiya vê yekê dikin. Têkliya di navbera me û Amerîkayê de ne di çarçoveya “dayîna fermanê de ye”, lê belê têkliyeke rêzgitrinê ye. Ji ber ku ew di herêmê de û hevkariyeke me ya xurt di şerê li dijî DAIŞê de heye, em hewl didin ku hevkarî di aliyê çareseriya siyasî de jî hebe. Heta em derbasî qonxeke bi vî rengî bibin jî, dive du aliyên xwedî îrade hebin. Ev yek li di ware dayîna biryarê di berjwendiyên gelê Sûriyê de heye. Ew jî rêzê ji vê yekê re digirin. Qebûlkirina wan ji diyalog û hevdîtinan re, wê têkeve xizmeta bidawîkirina aloziya Sûriyê û ev tiştekî baş e.

Hinek rapor dibêjin ku hevtêgihştineke Rûsî-Amerîkî di dosya Sûrî de heye û ev yek li Başûrê Sûrî pêk hat. Gelo di dema serdana we ji Rûsya û Amerîkayê re, we tiştekî bi vî rengî dît? Em dikarin bêjin ku hevtêgihştinek ji bo doysa Sûriyê pêkan e?

Başûrê Sûrî di nava aloziyê de ye. Ne zelalî û gelek alî lê hene. Sûrî li wir lawaz in û nikarin parastina xwe bikbin. Heta hevkariya wan aliyên navdewletî re, nakeve xizmeta welatiyên Sûrî bi giştî. Ji lewre dibe ew herêm rastî aloziyên din were. Weke çawa berî demekê li Deraa çêbû. Tevî ku lihevkirineke navdewletî jib o rawestandina şer heye, lê ev nayê wateya ku wê alozî li tavahiya Sûrî bi dawî bibe. Dibe em hin aloziyên din bibînin, lê helbet wê herêmî bin.

Çavdêr dibêjin ku Amerîka û Rûsya li ser taybetî û cudakirina Bakur û Rojhilatê Sûrî li hev kiriye, gelo nîşaneyên vê yekê hene?

Bakur û Rojhilatê Sûrî ji destpêkê de xwedî taybetmendî ye. Di dema hemû herêman banga hilweşandina Rejmîmê dikirin, Bakur û Rojhilatê Sûrî ew pankar bilind nekirin. Wê hewl da ku xet û projeyeke wê ya cudayî Rejîm û koma bi nave opozsyonê hebe. Wê hewl da ku nekeve nava aloziya navxweyî ya Sûriyê. Lê belê wê projeyeke nû cudayî alozî û projeyên din pêşniyar kir. Ji lewre gotinên çavdêran çi Rûsî bin çi jî Amerîkî di cih de ye û rastiya li ser erdê ye. Ji ber vê yekê em dibînin ku dive ev xet dewam bike û Rêveberiya Xweser di projeya xwe de dewam bike. Heta ku çareseriyeke dawî û diyalogên cidî bi gelek aliyan re pêk were, çi opozsyon û çi jî Rejîme be, ya girîng çareseriyeke Sûrî giştî ye.

Her kes qala biyara navdewletî ya 2254 dike, lê belê çavdêr dibînin ku piştî nêzîkbûna Rûsî-Amerîkî, girîngiya vê biryarê nemaye, bi taybet ku hinek agahî dibêjin ku koma bi navê opozsyonê ji bo bendê “qonaxa veguhêz” tawîz daye, we di serdanên xwe girêdayî vê biryarê çi dît?

Helbet di dema qala madeyên destûrî yan jî tiştên girêdayî Sûriyê dikin, daxwazên opozsyonê û tiştên Rejîm ferz dike nêzî hevin. Aloziya heyî ya şerê ji bo bidesxistina desthilatê ye. Lê belê berdana Opozsyonê ji vî bendî re tiştekî balkêş e! Ez nizanim çiqasî rast e, lê belê zehmet e ku opozsyon dest ji vê xetê berde, ji ber ku her tim xwestiye rejîm ji ser desthilatê biçe. Lê belê ragihandina Rejîmê ji serketina xwe ya keşkerî re û ji ber ku Tirkiyê dest bi lihevkirinan bi Rûsyayê re kir û hinek hevdîtinên veşartî bi Rejîmê re, û binketinên li herêmên opozsyonê li gorî lihevkirinê Rûsî-Tirkî, tirsekê li cem opozsyonê çêdike ku Tirkiyê dev jê berda û encamên ne li gorî dilê wan bi xwe re bîne. Her kes idia dike ew pabendî biryar 2254 dibin û li ser pêkanîna wê jî israr dikin û ev yek dewam jî bike. Lê belê zehmet e hemû bendên wê pêk werin. Weke komîteya desrûrî, dosya mirovî, dosya girtiyan û herî dawî qonaxa veghuestina siyasî. Em dibînin ku dosya Sûrî bi giştî bûye doysyeke mirovî û tu diyalogên siyasî tê de nemaye. Wê ev rewş dewam bike heta demeke ne diyar. Lê belê wê zehmet tê de hebin.

Amadekar û Edîtorî: Alan Meîş

Back to top button