Îro bi dehan endamên saziyan tevlî çalakiyê ya li Deriyê Sêmalkayê bûn

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li Deriyê Sêmalka a ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine di roja 16’an de dewam dike.
Îro jî bi sedan endamên Yekîtiya Odeya Pîşesaziyê û Yekîtiya Endezyarên Herêma Cizîrê berê xwe dane çalakiya konvedanê û li wir daxuyanî dan.

PDK’ê hat şermezar kirin û bang li hemû partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl yên li Başûr hat kirin ku helwestê nîşanî PDK’ê bidin.

Çalakiya konvedanê ya Dayîk û malbatên şehîdan li Deriyê Sêmalka, ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe Ş.Tolhildan û Ş. Serdem yên li ser PDK’ê hatine şehîdkirin, dewam dike.

Çalakî di roja 16’an de, bi tevlîbûna şêniyên herêmê, nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî dewam dike.

Bi sedan ji endamên Yekîtiya Odeya Pîşesaziyê û Yekîtiya Endezyarên Herêma Cizîrê berê xwe dane çalakiya konvedanê.

Çalakgeran bi dirûşmeyan berê xwe dan Dergeha Sêmalka û li wir daxuyanî dan.

Daxuyanî ji hêla hevserokê Odeya Pîşesaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ekrem Silêman ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Şorşeşa Rojava û destkeftiyên wê dewleta Tirk dixe nava fikaran, lewre herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir dike û sûc û hovîtiyê li dijî gelê herêmê pêk tîne.

Dewleta Tirk li Herêmên Parastinê Yên Medyayê dijî berxwdana gerîlayan çekên kîmyawî bi kar tîne. Dema li pêşiya berxwedana gerîlayan bi ser neket, bi riya PDK’ê kurdan li hemberî kurdan dide şerkirin.

Çalakgeran bang li aliyên siyasî yên li başûr kir ku li dijî PDK’ê xwedî helwest bin

Di daxuyaniyê, çalakgeran kirinên PDK’ê yên nakevin xizmeta berjewendiyên gelê Kurd û yekîtiyê de şermezar kir.

Çalakgeran bang li hemû hêzên civakî, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl li Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî van kirinên PDK’ê xwedî helwest bin.

Di dawiya daxuyaniyê de, bang li civaka navnetewî hate kirin ku li dijî kiryarên PDK’ê derkevin û zextê li PDK’ê bikin ku cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bêne kirin.

Back to top button