Heta niha DYA û Rûsya ti helwestek zelal nîşan nedane derbarê gefên Erdogan

Piştî Erdogan ji Amerîka vegeriya, bi hêcetên ku êriş li dijî wan pêk tên careke din gefên êrişên nû li bakur û rojhilatê Sûriyê xwar.
Heta niha jî ev gef dewam dikin.
Lê heta niha hêzên navnetewî yên mîna Rûsya û Amerîka li dijî van gefan ti helwestek nîşan nedane.

Erdogan dest pê kir, piştî wê wezîrê wî yê karê derve Çawişoglo axivî û piştre jî Wezîrê wan ê karên şer Xulîsî Akar gef xwar.

Ji xwe piştî ku Erdogan ji Amerîka vegeriya û gef xwar, berê xwe da Rûsiya û li gel serokê wî welatî Viladîmêr Pûtin civîya.

Li Pêş Kamîreyan tiştekî li ber çavan hatî gotin nebû, lê pişt masê û kamîreyan çi hatiye axavtin û çi bazar hatiye kirin? nayê zanîn.

Erdogan piştî vegera ji Rûsiya bi taybetî gefên dewleta Tirk û rayedarên wê zêde bûn.

Hinek alî dibêjin êdî wê rewşa Sûriyê di warê leşkerî de neguhere, lê em dema bala xwe bidin nexşeya Sûriyê, rewş berovajiye.

Ji ber gelek dosiyên aliqî niha mane. Idlib, Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî û dagirkeriya Tirk heya çareyek jêre neyê dîtin, ew ê rewşa eskerî jî wekî xwe nemîne.

Bi taybet em werin ser dewleta Tirk û êrişên wê yên li ser Herêmê ku çawa di her firsendê de êriş dike.

Şehba, Eyn Îsa, Tiltemir û Zirgan bi top û obîsan û carne jî di bejahî de bi çeteyan êriş li ser van deveran çêdibe. Di aliyê Ezmanî de jî ji Kobanê bigre heta Dêrikê, bi dehan car bi balafirên bê mirov dewleta Tirk êriş kiriye..

Derbarê van êrişan de, ne Rûsiya û ne jî DYA ku garantorin û li gel dewleta Tirk di cotmeha 2019’an de peyman îmze kirin, tu rola xwe ya rawestandina van êrişan nelistine û bertekên li ser gefên dewleta Tirk derneketine.

Ger bertek nîşan didin jî pir zêde şermok derdikevin.

Di vê navberê de herî dawî di meha Îlonê de Şandeyeke MSD’ê û pêkhateyên Rêveberiya xweser li DYA bûn û derbarê rewşa Sûriyê de gelek hevdîtin kirin.

Her çiqasî DYA soz dabin jî, dema em bala xwe bidin sozên rayedarên Amerîkî, em ê bibînin ku ne cihê baweriyê ne.

Ji ber rojekê beriya êrişên li ser Serê kaniyê û Girê-spî Serokê Amerîka yê berê Donald Turp daxuyanî dabû û gotibû: Em dest ji hevalbendên xwe bernadin. Di heman rojê de li ser navê Pantagonê jî daxuyanî hebû ku tê de digot: Bila hevalbendên me Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê dil rihet bin, em rê nadin êrişek li ser wan çê bibe.

Lê Roja piştî vê daxuyaniyê ku 8’ê cotmehê hatibû weşandin, 9’ê cotmehê de dewleta Tirk êrişî Serêkaniyê û Girêsipî kir.

Back to top button