Dîroka girtina Bedel Berwarî şaş nivîsandin û ew zêdetirî saleke di zindanan de hiştin

18’ê Tebaxa 2020’an Mamosta Bedel Berwerî tevî gelek rojnamegeran ji ber tevlîbûna xwepêşandaneke li dijî dagirkeriya Tirk ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn girtin.

Mamosta Bedel Berwarî ku ev zêdetirî salekê girtiye, doh hate berdan.

Kurê Bedel Berwarî, Arî Berwarî ji Rojnews’ê re axivî û eşkere kir ku dîroka girtina bavê wî şaş nivîsandibûn, cezayê wî tenê salek bû, piştî ku parêzeran dîrok rast kir nû hate berdan.

Arî Bedel diyar kir ku şevê din piştî karên yasayî yê bavê wî hatin temamkirin hate berdan.

Parêzeran diyar kirin ku wê hewl bidin dîroka binçavkirina Rojnamevan Umêd Beroşkî jî rast bikin, ji bo ku zû were berdan.

Back to top button