Şandeyeke Tenduristiyê ya Alman serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir

Doh şandeyeke tenduristiyê ya Almanî ku ji bijîşk, serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.Şandeyê diyar kir ku armanca wan piştgiriya aliyê tenduristiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer, Cîgirê hevserokatiyê û endamên Desteya Rêveber pêşwaziya şandeyê kirin û warê tenduristiyê û pêdiviyên pêşxistina wê nîqaş kirin.

Dr.Ebdulkerîm destnîşan kir ku dewletên Ewropayê bi erkên xwe yên li hemberî gaziyan bi rengê tê xwestin ranabin.

Bijîşkê alman Konsten Rock ê di şandeyê de got armanca wan, destekdayîna warê tenduristiyê li herêmê ye û wiha domand:

“Em bijîşk divê destekê pêşkêş bikin û alîkariya mirovî û piştigiyê ji civata navneteweyî werbigirin û bînin herêmê.”

Back to top button