Nûrî Mehmûd: Eger Tirkiyê êriş bike, wê bersiva hêzên me pir tund be

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd; hişyar kir ku eger dewleta Tirk li dijî herêmê şer bide destpêkirin wê bersiva hêzên wan tund be. Nûrî Mehmûd got; “Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûrî plan dike ku dewleta terorê ava bike. Divê were zanîn ku eger şer destpê bike wê mîna şerê Efrîn û Serêkaniyê nebe.”

Têkildarî gefên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî û helwesta hêzên garantor ên agirbesta Cotmeha sala 2019’an îmze kirine, Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bersiv da pirsên ANF’ê..

Mehmûd anî ziman ku hêzên wan niha hewl didin bi temamî dawî li hebûna terorê bînin û got;

“Bi têkoşîna xwe ya salên derbasbûyî me nîşanî cîhanê da bê şerê li dijî terorê çawa dikare serkeftî be.

Bi tinekirina hebûna DAIŞ’ê em niha dixwazin aramiyê li ser axa Sûrî misoger bikin.

Ji bo vê hem Rêveberiya Xweser û hem jî hêzên me yên parastinê bê navber dixebitin.”

Li ser pirsa helwesta welatên garantor ên agirbestên 17 û 22’ê Cotmeha sala 2019’an, Nûrî Mehmûd wiha axivî:

Em li gorî şertên agirbestê diçin. Lê dewleta Tirk û bermahiyên DAIŞ û El Qaîdê yên girêdayî wê, li ber çavên Rûsya û Amerîkayê êrişên xwe kêm nekirin.

Back to top button