Perlementoya Kataloniya bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser nas kir

Yekem car parlamentoyek ji bo naskirina statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev dicive û wê fermî nas dike.. Ew jî parlementoya Katalonyayê ye. Dîmenê kêliya destpêkê a pejirandina biryarê bala mirov dikişîne û kêfxweşiyekî di dilê mirov de çêdike.. Li ser vê gavê, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkermîm Umer spasiya Katalonya kir ku fermî Rêveberiya Xweser nas kir. 

22’yê Hezîranê şandeyek ji Rêvebriya Xweser a Katalonyayê hat Rajavayê Kurdistanê û prjeya wê ji nêz ve dît.

Şande bi Rêveberiya Xweser re hin hevdîtin pêk anî bû.

Piştî vegerê endamên vê şandeyê ji bo naskirina Rêveberiya Xweser hin danûstandin pêk anîn û xebat dan meşandin.

Di encama van xebatan de duh parlamentoya Katalonyayê li hev civiyan, ev civîn taybet ji bo naskirina Rêveberiya Xweser hat li darxistin.

Seroka Meclisê dengdan ji bo naskirina statûya Rojavayê Kurdistanê pêk anî.

Parlementerên di parlamentoyê de li ser giringiya naskirina Statûya Bakur û Rojhilatê Sûrî axivîn.

Parlementeran destnîşan kirin ku bi saya firkrê Ocalan li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinên kurd, jiyaneke nû hatiye avakirin û wiha hat gotin:

Divê em hemû gelê Katan, gelên li Ewropa xwedî li vê şoreşê derkevin.

Wan li hember DAIŞ’ê şer kirin û li dijî Erdogan li ber xwe didin.

Divê em ji aliyê siyasî, aborî her qadî de piştgiriya wan bikin.

Parlamena Katalonyayê bû yekem parlemento statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî nasdike.

Rêveberiya Xweser: Em spasiya parlamentoya keteloniyayê dikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê li ser naskirina Rêveberiya Xweser spasiya Herêma Katalonya kir.

Rêveberiyê got,

“Ev naskirin pêşketineke girîng û nîşaneya rastbûna projeya me ya demokratîk e.

Back to top button