Li Japonya…Çiyayê Aso ezman ji dumanê tarî kir

Li Japonya di nava hefteya dawiyê de teqîna çiyayan ezman bi dumanê tarî kiriye.
Çiyayê Aso ku teqiya, li herêm ji dumanê tarî kir.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê ji bo Çiyayê Aso asta hişyariyê derxist asta sisêyan.

Ajansê ji welatiyan xwest ku ji herêmên nêzî çiya durbikevin.

Rêveberên welat ragihandin ku ti ziyananên madî û canî çênebûne.

Di kêliya teqînê de, kesên li derdor di nava nêrînên çaşmayî de li çiya û dumana ku bilind dibe temaşe kirin.

Di nava demên derbasbûyî de, li Çiyayê Aso, gelek caran bûyerên teqînê pêk hatine.

Ev teqîn bûne sedema mirina welatiyan.

Di teqîna 1953’an de 6 kes mirin û 90 jî birîndar bûn.

Piştî vê teqînê bi 5 salan di teqîna rûdayî de 12 kes miribûn.

Back to top button