Polonya dixwaze dîewarekî bilind li sînorê Belarûs ava bike

Polonya dixwaze sînorên xwe ji Belarûsya biparêze.
Hikumet Warşowa, ji bo parastina sînorên welat li koçberên ji rejîma dîktator Alexander Lukashenko direvin bigire, wê dîwarekî bilind lê bike.

Polonyayê ji meha Tebaxê ve sînorê xwe yê ji 400 kîlometreyî yê bi Belarûsê re bi têlên bi bilindahiya 2.5 metreyî ewle kiriye.

Niha ji bo pêşî li koçberan bê girtin wê dîwarekî lê bike.

Ji bo vê jî saziya herî bilind a rêveberiya welêt Sejmê îro qanûneke taybet pejirand.

Li gorî hikumeta Polonyayê, parastvanên sînorê Polonyayê ji destpêka meha Tebaxê ve, 19 hezar hewldanên derbasbûna bi rêya qaçaxî ji Belarûsê asteng kirin.

Ji wê demê ve nêzî 1.500 kes hatine girtin.

Li gorî daneyên fermî, li herêma sînor di nava çend rojên dawî de yek jê Sûriyeyî heft kes mirin.

Sê jê jin heyşt kes jî li herêmên di nava avê de mane hatin rizgarkirin.

Piraniya koçberên li vê herêmê ji Efganistan, Sûriye û Iraqê, her wiha ji Kongo û welatên cuda yên Afrîkayê tên.

Di vê navberê de komeke koçberên li bakur-rojhilatê welat dema dixwestin ji Belarûsê derbasî Polonya bibin, pevçûn derket.

Back to top button