Ji ber Fînansa terorê, dibe ku Tirkiye bikeve Lîsteya Grî

Dewleta Tirk, spîkirina pereyên reş û fînansekirina terorê asteng nake.
Ji ber vê yekê dibe ku têke Lîsteya Girî ya welatên bi goman.
Ev hişyarî ji aliyê Koma Xebatê ya Malî ve hate kirin.

Rojnameya Financial Times bi vî sernavê rewşa ku dewleta Tirk ji ber karên ne lirê pê re rû bi rûya, nûçeyeke belav kir:

Dibe ku dewleta Tirk ji aliyê Desteya Şopandina Malî ve di lîsteya Girî de were bicihkirin.

Li gorî nûçeyê, îro li Parîsê wê Koma Xebatê ya Malî bicive û biryara xwe a derbarê Tirkiyê de eşkere bike.

Di nûçeya rojnameya Financial Times îşaret bi van xalan tê kirin:

Daxwaz tê kirin ku Tirkiyê ji aliyê Koma Lêkolînê ya Navneteweyî ve were şopandin.

Sedem wê jî ew e ku dewleta Tirk di mijara têkoşîna li dijî spîkirina pereyên reş û her wiha bidawîkirina fînasekirina terorê, gavên pêwîst navêje.

Welatên ku cihê xwe di nava Lîsteya Grî de digrin ev in:

Albanya, Mexrib, Sûriye, Sûdan û Yemen.

Li gorî çavkaniyên pispor, wê biryara şopandina Tikriyê û bicihkirina wê di lîsteyê de were pejirandin.

Heman çavkanî bi bîr dixin ku vê gavê li Tirkiyê aloziyeke mezin a aboriyê heye û bi vê biyarayê ew wê Enqere bikeve rewşeke xerab,

Back to top button