DYA: Bê şert em dikarin hevdtinan li gel Koreya Bakur pêk bînin

Koreya Bakur bi ceribandina moşekan careke din xwe xistiye rojeva cîhanê.
Ji ber ceribandinên herî dawî, doh Konseya Ewlekariyê ya NY bi rewşeke awerte civiyan.
Di civîna Konseyê de, Waşîngtonê bê şert daxwaza civîna li gel Pyongyanê kir.

Piştî Koreya Bakur ragihand ku moşekek nû ya balîstîk a binavê avê ceribandiye, DYA û Brîtanya bernameya nukleerî ya Pyongyang gihandin Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY).

Nûnera Daîmî ya DYA li NY Linda Thomas Greenfield, di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de ceribandina mûşekên balîstîk ên Koreya Bakur şermezar kir û got,

Ev ceribandin binpêkirina biryarên Konseyê ne.

Thomas Greenfield diyar kir ku ceribandina moşeka balîstîk a dawîn a Koreya Bakur “provokasyonek bêwijdan” e, bang li Pyongyangê kir ku ji provokasyonên din dûr bisekine.

Greenfield diyar kir ku ji bo bêçekirina Nîvgroveriya grava Koreyê dem dema “diyaloga domdar û bingehîn” e.

Nûnera Daîmî ya DYA li NY her wiha teqez kir ku ew amade ne, ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê ji nêz ve bi civaka navneteweyî re bixebitin.

Koreya Bakur bersiva da DYA û NY: DYA û NY bi mayîneke wextê wê eyarkirî dileyîzin

Konseya Ewlekariyê ya NY bi “bombeyeke wextê wê eyarkirî” dileyîze.

Pyongyangê bi vê gotinê helwesta welatê ya ya li dijî konseyê diyar kir.

Berpirsekî Wezareta Karên Derve yê Koreya Bakur ji ajansa fermî ya welat re têkildarî moşeka 19’ê Cotmehê ceribandî axivî.

Berpirs ceribandina moşekan jî weke mafê rawa pênase kir û got,

Ew ji daxuyaniyên DYA û Konseya Ewlekariyê ya NY bifikarin.

Koreya Bakur di 15’ê Îlonê de ceribandinên balîstîk ên demkurt û di 28’ê Îlonê de jî ceribandinên moşekan pêk anî.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji sala 2006’an ve ji ber bernameya nukleerî ya Koreya Bakur, cezayên aborî û leşkerî li ser welat sepandiye.

Back to top button