Duh dewleta Tirk ya dagiker li Kobanê wesayîteke sivîlan bombebaran kir û di encamê de 2 kes şehîd û 3 kes jî birîndar bûn.
Rêveberiya Xwerser, PYD’ê û Kongra Star êriş şermezarkirin.
Daxuyaniyan de hat gotin dewleta Tirk tola têkçûna DAIŞ’ê hiltîne û dixwaze aramî û ewlehiya herêmê têk bibe. Her wiha hat diyar kirin Rûsya û Koalîsyona Navnetewî jî berpirsên van êrişan e.
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk duh seat derûdora 15:20’an de careke din li bajarê Kobanê êrişek pêk anîn û di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.
Li ser van êrişan, Rêveberiya xweser, aliyên siyasî û civaka sivîl daxuyanî da…
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de balkişand ser vê êrişê ku çawa dewleta Tirk dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe û got:
“Ev êrişa hemwextî gefên domdar ên dewleta Tirk, diyar dike ku ew bi riya van êrişan dixwaze destkeftiyên ku gelê me û Koalîsyona Navneteweyî bi dest xistine ji holê rake û tola DAIŞ`ê hilîne. Em bang li Rûsiya, Koalîsyona Navneteweyî, civata navneteweyî û NY dikin ku rê li pêşiya van êrişan bigirin.”
PYD’ê: Divê li her deverê gelê me êrişkaran şermezar bike
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê jî derbarê êrişan de daxuyanî da.
Meclisa PYD’ê balkişand ser binpêkirin û êrişên dewleta Tirk li hember sivîlan li rojava, Bakur û başûrê kurdistanê û bikaranîna çekên kimyawî û got:
“Her ku siyaset li dewleta Tirk tengav bû, sivîlan dike hedef. Îro jî dewleta Tirk nava Kobanê bombebaran kir. Ev yek sûc û kiriyarên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan eşkere dike. 2019’an dewleta Tirk bi Rûsya û DYA’yê re peymana agirbestê îmze kir, lê rojekê jî pabendî agirbestê nebûye.”
PYD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de qala çavgirtina hêzên navdewletî ên çekan didin Tirkiyê û bi taybet hêzên mîna Rûsiya û DYA kir û bang li gel kir ku li welat û derveyî welat li ber êrişan rabin.
Kongra Star: Divê hêzên navnetewî li dijî êrişan bi erkên xwe rabin
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava jî derbarê êriş de daxuyaniyek da.
Koordînasyona Kongreya Star, êrişa 23’ê hezêrana 2020’an ku li gundê Helincê li dijî 3 pêşengên Kongra star pêk hatibû bibîrxist û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe rabin û sivîlan ji van sûcên dermirovî biparêzin.