Şengal..Ji bo gundê xwe ji nû ve avabike piştî 8 salan ji Almanya vegeriya warê xwe

Piştî ku Şengal aram bû vegera welatiyên wê dewam dike.
Gundiyên Mamîsê yê Şengalê ji bo ku dîroka wan tune nebe gundê xwe ji nû ve ava dikin.

Yek ji wan şeniyan Ednan Manî ye û beriya 8 salan ji ber êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê berê xwe dabû welatên bîyanî.
Manî piştî 8 salan ji bo gundê xwe ji nû ve ava bike ji Elmanyayê vegeriya.

Ednan Manî jiber fermanê berê xwe dabû welatên derve, lê bi hesreta welatê xwe nekaribû zêde bimîne û bi malbata xwe re berê xwe da Şengalê.

Ednan dibêje “Ez di ferqa wê de bûm ku warên xelkê tu car nabe yê me, ji bo ku em jî bikarin azad bijîn, divê em warê xwe ava bikin û biparêzin.”

Ednan Manî bi xwe li bajarokê Sinûnê yê girêdayî Şengalê dijî, lê ew dixwaze mala xwe ya gund ava bike û êdî li gund jiyana xwe dewam bike.

Back to top button