Xwendekarên peymangehên Ş.Viyan Amara yên herêma Şehbayê beşa yekemîn a xwendina xwe bi dawî kirin û bi şahiyekê hatin xelatkirin .
Peymangeha Ş.Viyan Amara di sala 2019`an de deriyên xwe li xwendekarên herêma Efrînê ji bo ku xwendina xwe li Şehbayê temam bikin, vekir.
Gelek xwendekaran di nava 2 salan de xwendina xwe temam kir.
Bi boneya vê yekê rêveberiya Peymangeha Ş.Viyan li qada peymangehê ya li navçeya Ehdas şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de endamê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Umer Ehmed axivî û got:
“Îro me ji dagirker û çeteyan re îsbat kir ku em li hember êrişên wan bi fikrên xwe yên azad li ber xwe didin û me bi rihê berxwedan û fêrbûnê planên wan parçe kirin.”
Yek ji rêveberên Peymangehê Bêrîvan Umer jî got:
“Dewleta Tirk a dagirker hewl dide dibistanên Efrînê hilweşîne û gelek komkujî li dijî xwendekarên me li Til Rifet û Efrînê pêk anîn.”
Paşê bawername li xwendekaran hatin belavkirin û şahî bi dîlanan bi dawî bû.