Bi hezaran Kobaniyan bi merasîmekê 2 şehîdên xwe oxir kirin

Duh dewleta Tirk ya dagiker li Kobanê wesayîteke sivîlan bombebaran kir û di encamê de 2 kes şehîd û 3 kes jî birîndar bûn.
Îro li bajarê Kobanê merasîma oxirkirina 2 ciwanên ku di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk de şehîd bûbûn hat li darxistin.

Merasîm li goristana Şehîdan a şehîd Dijle bi beşdariya bi hezaran welatiyên Kobanê pêk hat.
Di merasimê de li ser navê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer axivî û got Kobanê xwedî mîrateyeke berxweedanê û wê kes nikare bi riya çend xwefiroşan navê Kobanê xirab bikin.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk duh seat derûdora 15:20’an de careke din êrişî bajarê Kobanê kir û di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Îro merasîma oxirkirina Hemze Hemze û Faris Kobanê ku di êrişa bombebaranê de şehîd bûbûn hat lidarxistin.

Bi hezaran şêniyên Kobanê tevlî merasîma oxirkirinê ya li goristana Şehîd Dijle a bajarê Kobanê bûn.

Di merasîmê de Şêwirmendê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer axivî..

Hesen Koçer balkişand ser van êrişên dewleta Tirk û armancên wê û got:

Koçer: Bi riya xwefiroşan dixwazin navê Kobanê xirab bikin

Erdogan dixwaze navê Kobanê xirab bike û vê jî dixwaze bi riya çend kesên xwefiroş pêk bîne, lê navê Kobanê xirab nabe. Kobanê navê berxwedana sedsalê ye û navê wê di dilê her kesî de ye. Kes nikar îrada me bişkîne.

Koçer berxwedana Kobanê û îrada xelkê wê jî bi bîr xist û anî ziman ku îro avakirina meclisên sivîl ên Reqa û Dêrazorê encama wê ne.

 

Back to top button