HPG: LI MAHSERTÊ WESAYITEK LEŞKERÎ HAT TEQANDIN

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Mahsertê ya Mêrdînê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kobra hate îmhakirin û leşkerên di nava wê de hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemenî ya HPG li ser çalakiyê daxuyaniyek da û ev agahî parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê de, 23’ê Nîsanê li nêzî gundê Kudê yê Mehsertê ya Mêrdînê, li dijî wesayita leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk hat.

Di çalakiyê de wesayîta Kobra îmha bûye û leşkerên tê de hemû mirîne.

Hejmara leşkeran baş nehatiye zelalkirin lê li gorî texmînan 9 leşker mirine.

Her wiha balafirên artêşa dagirker 26 û 27 Nîsanê Tepê Sor û Werxelê yê Avaşînê, qada Kurojahro ya Zapê, qada Kunîşka ya Zapê bombebaran kir.

Di van êrîşan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

 

Leave a Reply

Back to top button