109 rewşenbîran bang li NY kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla lêkolîn bikin

109 rewşenbîr, nivîskar, parlamenter, rojnamevanên Kurdistanî û Iraqî bang li NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî kirin ku li dijjî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla dest bi lêpirsînê bikin.
Parlementerekî Îtalî jî heman mijar bir rojeva meclîsê.

Kesayetên Kurdistanî di 15’ê Cotmehê de nameyek ji sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres û Komîteya Rêveber a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) re şandin.

Di nameyan de hate gotin,

“Artêşa Tirk di êrişên xwe de yên li ser Gerîla çekên qedexekirî yên dikevin ber peymana Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bikar tîne.”

Di nameyê de hat diyar kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî ya bê ketober ji aliyê dewleta Tirk ve bandorê li Xweza, Gerîla û şêniyên herêmê dike

Rewşenbîr û û nivîskaran ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û Serekter giştî yê NY Antonio Guterres daxwaz kirin ku şandeyeke lêkolînerên serbixwe bişînin herêmên parastinê yên medyayê ji bo na ku lêkolîn bikin.

Hat gotin Meşandina vê lêpirsînê ne tenê erkekî hiqûqî û saziyî ye, di heman demê de wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye.

Parlementerê Îtalî Erasmo Palazzotto pêşniyazpirs da meclisê

Parlementerê Îtalyan Erasmo Palazzotto ji ber ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne, pêşniyaznameyek da meclîsê.

Palazzatto diyar kir ji 23’ê Nîsana 2021’an û vir ve li ser Başûrê Kurdistanê êrişên dagirker didome û li Metîna, Zap û Avaşînê çekên kîmyewî tên bi kar anîn.

Palazzotto pirs ji Wezaretên Karên Derve û Wezîrê Hevkariya Navneteweyî kir û diyar kir dewleta Tirk peymanên navneteweyî bin pê dike.

Parlementer bal kişand ser sûcên şer û dagirkeriya di sala 2018’an de ya li ser Efrîn û Girê Spî bi bîr xist û diyar kir li Rojava çekên kîmyewî yên wekî fosfora spî tê bikaranîn.

Back to top button