Mezlûm Ebdî: Bi vê êrişê dewleta Tirk dixwaze şer li ser kobanê gur bike

Her wiha Ferrmandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê twîtterê derbarê heman mijarê de tiwîtek belav kir.
Mezlûm Ebdî da zanîn ku êrişa li bajarê Kobanê hewldana gurkirina şer e.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbatên ku di êrişê de şehîd bûn xwest û wiha got,

” Bombekirina sivîlan li Kobanê hewldana proveksyonê ye, armanc vê yekê li herêmê gûrkirina şer e.”

Ebdî diyar kir ku gelê Sûrî di demekê dene ku daxwaza aramiyê dikin. Lê dagirkeriya Tirk hewldide van lihevkirinan bin pê bike.

Ebdî bang li aliyên garantor kir ku bi erkê xwe rabin.

Back to top button