Sendîkaya Karkeran a Brîtanyayê “Unite the Union” doh di civîna xwe ya salane de wêneyên Rêber Apo hildan û daxwaza azadiya wî kirin.
Sendîkaya Karkeran a Brîtanyayê, ku xwedî mîlyonek û 300 hezar endam e, duh di civîna xwe ya salane de daxwaza azadiya Rêber Apo kir.
Sendîkayê wêneyên Rêber Apo bilind kirin û ji sendîkayan tevî xwest tev li kampanyayê bibin.
Ne tenê li welêt, li deverên cîhanê tevî fikir û ramanê Rêber Apo deng vedaye..
Lewma gelek siyasetmedar, rewşenbîr û çalakvanên cîhanê, însîyatîfek ava kirine û tê de daxwaza azadiya Rêber APO dikin.
Ew jî însiyatîfa “Freedom For Ocalan” e ku ku li Brîtanyayê xebatê dimeşîne.