Li Qamişlo ji aliyê jinên ciwan Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Strêvan pêk hat

Bi diruşma” Bi rengên jinên ciwan wê şoreşa çandê geş bibe” Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Strêvan li Qamişlo hat lidarxistin.

Mihrîcan li Stada Heysem Kiço ya Qamişlo û ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve pêk hat.

Di mihrîcanê de, endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîde Nesan axivî û diyar kir ew ê li hember her cûre êrişên çandî û leşkerî xwe û civaka xwe biparêzin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Rîhan Loqo jî destnîşan kir “Ev mîhrîcan ji bo tevahî jinên ciwan ên ji tevahî pêkhateyan e, da jin rola xwe di hemû qadan de bilîzin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, çalakiyên werzîşê dest pê kirin.

Jinên ciwan hûnerên xwe yên di Fotbol, Bîng Bong û taykwando de pêşkêş kirin.

Back to top button