Ji çar aliyên cîhanê 64 jin û rêxistinan ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî re nameyek şandin

Bertekên li dijî dewleta Tirk ku çekên kîmyewî li dijî gerîla bikartîne zêde dibin.
Ji çar aliyên cîhanê 64 jin û rêxistinan ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî re nameyek şandin.
Jinan di nameya xwe de xwestin ku li dijî êrîşên çekên kimyewî yên dewleta Tirk hesap bipirsin.
Bi heman rengî 44 rewşenbîrên Ereb jî bang li rêxistinên pêywendîdar kirin ku sûcên şer yên dewleta Tirk li cihê wê lêkolîn bikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsana 2021’an ve li dijî Başûrê Kurdistanê û hêzên gerîla êrişa dagirkeriyê daye destpêkirin.

Arteşa Tirk a ku bi armanca dagirkirina li herêmên Başûrê Kurdistanê dest bi tevgera dagirkeriyê kir, li beramberî hêzên gerîla têk çû.

Lewma ji bo li ser têkçûna xwe ye li beramberî hêzên gerîla bigre, ev nêzî çar mehin bi awayekî ji dervî exlaq û pîvanên şer li herêmên ku hewl didin dagir bikin çekên kîmyewî bikar tînin.

Li ser vê yekê, heta niha ji aliyê gelek sazî û rêxistinên sivîl û navneteweyî ve ji bo lêkolînkirina sûcên şer û rawestandina êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê û hêzên gerîla bang têne kirin.

Bi pêşengtiya rêxistina Jinan REPAK’ê, ji çar aliyên cîhanê 64 jin û rêxistinan ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî re nameyek şandin.

Jinan di nameya xwe de bi bîr xistin ku êrişên dewleta Tirk yên bi kîmyewî ji salên 2010’an ve li dijî gelê Kurd têne bikaranîn û ev êrişên bi çekên kîmyewî jî ji aliyê pisporan ve hatine belqekirin û rapor kirin.

Di dewama nameyê de jinan ji serokê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî daxwaz kirin ku li dijî sûcên şer yên dewleta Tirk bi berpirsyariya xwe rabin.

Jinan dawî de bang li Serokê Rêxistina Qedexekirin Çekên Kîmyewî ‘OPCW’ê kirin ku li dijî êrîşên çekên kimyewî yên dewleta Tirk hesap bipirsin.

44 rewşenbîrên Ereb bang li rêxistinên peywendîdar kirin ku komisyonekê bişînin herêmê

Li ser heman mijarê piştî bangên 109 rewşenbîr û parlamenterên Kurdistanî û Iraqî, 44 rewşenbîrên Ereb jî bang li rêxistinên pêywendîdar kirin.

Di nameya rewşenbîrên Ereb de hate gotin ku di nava çend mehên dawî de, dîmen û dosya hatine parvekirin nîşan dide ku artêşa Tirk çekên kîmyawî li dijî gelê Kurd bi kar tîne.

Rewşenbîrên Ereb bang li Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Rêveber a rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW’ê kirin ku komîsyonekê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk, bişîne herêmê.

Back to top button