QIRKIRINA ERMANAN DEWLETÊN EWROPÎ QIRKIRINÊ NAS DIKIN

Qirkirina komî ya Ermeniyan ku di destê desthilatdariya Osmaniyan pêk hatiye her wê bimîne dîrokek reş ti carî wê neyê jibîrkirin.
Tevî komariya Tirk li ser zimanê Serokê wê Tayîb Erdogan naskirina vê qirkirinê red dike, lê hêdî dewletên Ewropî vê qirkirinên nas dikin.
Piştî Fransa û Îtalya, Portugal jî qirkirina Ermeniyan nas kir.

Di serdema Împaratoriya Osmaniyan de zêdeyî milyonek û niv Ermenî hat qirkirin.

Ev qirkirina ku ji 1908’an despêkirî heta 1915’an dewam dike.

Beşek ji Ermeniyên hewildan ji qirkirinê xelas biibn berê xwe dan çolistana Sûrî.

Her çiqasî dewleta tirk a ji bermahiyên Osmaniyane vê red dike jî lê ve y

Dîrok ev e û her kes nas dike.

Ev rastî jî hêdî ji aliyê dewletên Ewropî ve tê naskirin.

Beriya demekî Fransa wek hikûmet qirkirina Ermeniyan nas kiribû.

Macron bi daxuyaniyekê soz dabû ku wê 24’ê Nîsanê bike “Roja bîranîna neteweyî ya qirkirina Ermeniyan.”

Macron soza xwe pêk anî û 24’ê Nîsanê weke rojeke bîranînê ya komarê hat ragihand.

Her wiha ev qirkirin ji aliyê hikûmta Îtalyayê ev jî hat naskirin.

Herî dawî jî parlamana Portugalê qirkirina Ermanan nas dike.

Parlemantera Portugalê diyar ku divê ev biryara salvegerê wek waneyekê ji bo serdemê be.

Parlemanê tekez kir ku divê piştevaniya mafên mirovan, girîngiya geşkirina diyalogan di navbera ol, çand û şaristaniyan de bê bipêşxistin.

ERDOGAN: KOÇBERKIRINA ERMENAN NE QIRKIRIN BÛ

Li aliyeke din desthiltiya Tirk a niha, red dike ku destê desthlatdariya Osmanî di kuştin û koçberkirina xirstiyaniyên Ermen, Suryan, Kildan û Aşûr li welatên Rojhilata Navîn hebe.

Îro Srokê Tirkiyê R.T Erdogan di rûniştinek a partiya xwe de derbarê qirkirina Ermeniyan axivî.

Erdogan bi serbilindî û xwînekî herî sar dibeje ku koçberkirina Ermenan ne qirkirineke komî ye, lê tenê tişta çêbû bûyerek bi êş e.

Leave a Reply

Back to top button