Ciwanên Kerkûkê: Armanca Tirkiyê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye

Ciwanên Kerkûkê jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bertek nîşan dan û li hember van êrişan banga xwedîderketina li Başûrê Kurdistanê kirin. 

Mihemed Kerkûkî anî ziman ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Kerkûkî bang li hêzên Kurdî kir ku li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin û li hember van êrişan bê-helwest nemînin.

Elî Edhem jî diyar kir ku bêdengî û hevakriya bi dijmin re wê bibe sedema ku destkeftiyên Kurdan ji dest biçin.

Ciwanê bi navê Soran Serdar jî bal kişand ser bdengiya hikumeta Iraqê li hember êrişên dewleta Tirk û got:

”Divê hikumeta Iraqê li dijî dagirkeriyê êdî helwesteke cidî nîşan bike”.

Back to top button