EMERÎKA: ME TIŞTEK NE QANÛNÎ DERBARÊ XEBATKARÊ XWE DE NEDÎTIYE

Li gorî ajansa Reutersê, Tirkiyê xebatkarekî din û hevjîn û keça wî di Konsolosxaneya Emerîkayê de bi îdiaya ku tev li komên terorê bûne, tawanbar kirin.
Bi vê yekê dibe ku têkiliyên di navbera Enqere û Washingtonê de aloztir bibin.

Hikumeta Tirkiyê karmendekî ewlekariyê yê Konsolosxaneya Emerîkayê li Stenbolê Nazmî Mete Canturk, hevjîna wî û keça wî bi hevkariya bi Fatullah Gulen re tawanbar kirin.

Derbarê mijarê de, berdevka Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê got Washingtonê tu belge der barê Canturk de ku bi çalakiyên neqanûnî rabûye, nedîtine.

Her wiha ew 30 sal e hevkariya wî bi kesên di hikumet û ewlehiya Tirkiyê de bi awayekî normal heye û banga çareseriyeke rast û zelal ji doza wî re kir.

Beriya niha jî 2 karmendên Tirkiyê ku di konsolosxaneyê de kar dikir, di 2017`an de bi tawana teror û ajantiyê hatibûn girtin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button