Biden: Em ê taywanê li hemberî Çînê biparêzin

Serokê DYA Biden diyar kir ku ger Çîn êrîş bike ew ê Taywanê biparêzin.
Piştî peyama serokê Amerîkayê, rêveberiya Pekînê bi awayekî lezgîn bersiv da.
Wezareta Karê Derve bang li Waşingtonê kir da ku bi baladarî tevbigere û ev peyam da:
Em ê bi ti awayî dest ji berjewendiyên xwe bernedin.

Di alozî û gerxwarinên li hemberî Taywanê de, helwest hîn tundtir dibe.

Serokê DYA Joe Biden di foruma ku ji aliyê CNN ve hat organîzekirin de bersiva pirsên li ser gefên Çîn yên li dijî Taywanê da.

Li ser pirsa ku ger ji aliyê Çînê ve li dijî Taywanê êrişek pêk were, hûnê piştevaniyê bikin Biden ev bersiv da.

“Belê, em xwedî soz in ku em bikin.”

Koşka Spî jî ragihand ku axaftinên Biden ne gurhertina polîtîkayên siyasî ye.

Ji ber ku Amerîka di çarçoveya Qanûna Têkiliyên Taywanê de piştgiriya parastina Taywanê didomîne.

“Em ê bi ti awayî dest ji berjewendiyên xwe bernedin”

Li hemberî daxuyaniya Biden, Rêveberiya Pekîn îro helwesta xwe diyar kir.

Berdevkê Wezareta Karê Derve Wang Wenbîn Amerîka hişyar kir ku têkelî karên navxweyî yên Çînê nebe.

Wenbîn ragihand ku ew ê rê nedin ti gotûbêjin li ser berjewendiyên Çînê û got:

Em bang li Waşîngtonê dikin ku di mijara Taywanê de hişyar be û bi baldarî tevbigere.

Doh jî Nûnerê Daîmî yê Çînê li Neteweyên Yekbûyî Zhang Jun di daxuyaniyekê de gotibû;

Armanca me “yekîtiyeke aştiyane” ya bi Taywanê re ye.

Em ne partiya ku pirsgirêkan diafirîne ne.

Berevajî vê yekê, hin welat bi taybetî DYA tevgerên metirsîdar dikin, pirsgirêka Taywanê dixe rojevê.

Taywan: Dibe ku heta 2025’ê Çîn Taywanê dagir bike

Wezîrê Parastinê yê Taywanê Chiu Kuo-cheng got;

Aloziya ku di hefteyên dawî de zêde bûye gihîştiye asta herî xirab a 40 salên dawî.

Dibe ku Çîn 2025’an de Taywanê dagir bike.

Back to top button