LI IDLIBÊ ŞER NAVBERA ÇETE Û ŞÊNIYAN DE DI ENCAM DE 12 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li rojhilatê Idlibê, di navbera çeteyên bi navê Heyet Tehrîr El-Şam ku bi ser dewleta Tirk a dagirker ve ye û şêniyên gundê ferwan de şer rû da. Di encam de 12 çete hatin kuştin. Li başûrê Helebê jî Komên çete êrîşî hêzên rejîmê kir. Di encam de 17 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

Çavkaniyekî ji Idlibê diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ango Nusra ku piştevanya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digire, ji bo xelkê bi tawana dozên cînayetê bigirin,bi ser bi gundê Ferwan ê başûrê Idlibê de girt.

Gundî li dijî çeteyên El-Nusra derketin û şer rû da.

Di encam de 12 çete hatin kuştin.

DI ENCAMA ÊRÎŞÊN ÇETEYAN DE 17 ÇEKDARÊN RÊJÎMÊ HATIN KUŞTIN 30 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku komên çete êrîşî herêmên Zemar (زمار) û Xan Toman (خان طومان) ên başûr û başûr-rojavayî Helebê kirin.

Di encam de 17 leşkerên rêjîma Sûrî hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn.

Her wiha di êrîşê de 8 çete jî hatin kuştin.

Li aliyê din, balafirên şer ên rêjîma Sûrî gundewarên Hema û Idlibê bombe kirin.

Di encam de hejmara kuştî û birîndaran jî nediyar e.

Leave a Reply

Back to top button