Doza Kobanê..Ayla Akad Ata: Xebatên me yên hilbijartinê weke sûc hatiye nîşandan

Rûniştina 5. a Doza Kobanê di roja 4’an de li Enqere dewam kir.
Parlementera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata beşdarî runiştinê bû got: ”Xebatên hilbijartinê weke sûc hatiye nîşandan û ji bo girtina min kirine hêcet.”
Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel da zanîn HDP’ê dikare pêşî li têkçûna Tirkiyê bigire û got: “Agirê ku Prometheus didize di destê HDP’ê de ye.”

Runiştina 5. Doza Sîyasî ya Kobanê a li dijî Sîyasetmedarên Kurd hatîye vekirin, îro di roja 4. de li Enqere bi rêve diçe.

Tevî ku tu ispat û belgeyeke ku sîyasetmedaran bi darizînin di dest dadgehê de tuneye, êdî bi hincetên balkêş dixwazin bi zorê sûcan peyda bikin.

Parlementera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata jî îro beşdarî runiştina dozê bû û mafê axaftinê xwest û got:” Xebatên me yên hilbijartinê weke sûc hatîye nîşandan û piştra jî ji bo girtina min kirina hincet.”

Akat ata dîyarkir ku li Tirkiyê rojev rojane tê guhartin û her sibehê em bi rojeveke nû hişyar dibin.

Vê siharê jî me dît ku Tirkîye di mijara spîkirina pereyên ne yasayî û fînansekirina terorê de ketiye lîsteya gewir.

Parlementera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata dîyarkir ku jiminre dibêjin tu jî di nav şandeya ku çûye Kobanî de cîh girtîye û got: ”Min di vê şandeyê de cîh negirtîye.

Tevî ku ez neçûme jî weke ku ez çûme dane nîşandan. Li alîyê din xebatamin ya hilbijartinê jî weke sûc datînin pêşmin.

Akat di dawîyê de got, eger îddanameyek nû li dijî min tê amadekirin, wê demê bêjin ez jî xwe li gor wî amade bikin.

Sebahat Tuncel: Tenê HDP dikare pêşî li têkçûna Tirkiyê bigire

Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk-DBP Sebahat Tuncel jî di runiştinê de bertek nîşan da û got: ”Dadgeh dê biryarên Erdogan pêk bîbe, an biryarên Dadgeha Mafê Mirovan yê Ewrupa yê pêk bine ?.”

Her wiha Sabahat Tûncel got, “HDP dikare pêşî li têkçûna Tirkiyê bigire. girê ku Prometheus didize di destê HDP’ê de ye.”

Back to top button