Gerîla Hebûn Kato: Em ê Avaşînê ji dijmin re nehêlin û dawî li êrişên dagirkeriyê bînin

Belê li herêma Avaşînê di navbera artêşa Tirk û gerîlayan de şerekî giran heye.
Gerîlaya YJA Starê Hebûn Kato ku ew jî di vê berxwedanê de cih digire dibêje,
Em Avaşînê ji dijmin re nahêlin. Emê dawî li van êrişên dagirkeriyê bînin.

Dewleta Tirk li bendê bû ku dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê berfireh bike.

Lewra Avaşînê dorpêç bike û di nava vê dorpêçiyê de jî gerîla tune bike.

Lê planên xwe bi ser neket, derbên giran xwar.

Di encama çalakiyên bi bandor ên gerîla de neçar man ku cihên ketinê, bi terikînin û birevin.

Ji meha Nîsanê dema destpêkirina êrişan û vir ve gerîlayên HPG û YJA Starê, bi çalakiyên bi bandûr derbê li dijmin didin û bi ser dijmin de diçin.

Yek ji endamên tîmên gerîla yên li herêma Avaşînê gerîlaya YJA Starê Hebûn Kato ye.

Hebûn Kato ji ajansa nûçeyan a ANF’ê re axivî û qala lehengiya jinan a di çalakiyan de kir û anî ziman ku ew hewl didin dijmin ji xeta Avaşînê derxin.

Gerîlaya YJA Starê Hebûn Kato di dawiyê de eşkere kir ku gerîlayên YJA Starê hemûyan rol û mîsyona xwe bi cih anîn û got:

Em ê jî vê dewam bikin û teqez dijmin ji Avaşînê derxînin.

Back to top button