Sekreterê Giştî yê Natoyê: Çênabe dewleteke NATO’yê sîstema parastinê S-400 bikire

Bi mesajeke nerasterast ji Tirkiyê re … Natoyê helwesta xwe li hemberî kirîna mûşekên S-400 a Rûsî nîşan da û got çênabe endameke me mûşekên Rûsî bikire.

Îro sekreterê giştî yê Natoyê Yens Stoltenbêrg di konferanseke çapemeniyê de li dawiya civîna wezîrên parastinê yên Natoyê de bal kişand ser kirîna mûşekên S-400 ên Rûsî û wiha got:

”Em qebûl nakin ku ti dewleteke endam a Natoyê sîstema parastinê ya Rûsî S-400 bikire”.

Gelek dewletên Natoyê Tirkiyê ji kirîna van mûşekan hişyar kiriye.

Lê belê serokê Tirkiyê Erdogan van bangan paşguh dike ku ji sala 2019’an ve piştî peymana kirînê pêk hat, Tirkiyê gelek parçeyên vê sîstema parastinê derbasî Tirkiyê kirine.

Back to top button