
Rewşenbîrên Kurd li bajarê Qamişlo seydayê Cegerxwîn li ser gora wî bi bîranîn.
Bi dehan ji nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û rojnemevanan beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Qadir Egîd axivî û diyar kir ku helbestvan Cegerxwîn helbestvanê karker û şoreşgerane ku bi saya helbestên wî gelek hunermendên Kurd helbestên wî kirine stran.
Qadir Egîd bal kişand ser mijarên helbestên Cegerxwîn û got:
“Divê ji bo gotina wî;Heke hûn nebin yek hûn ê her in yek bi yek, em wek nivîskar xebatê hevgirtina destê hev xurtir binkin.”
Merasîm bi xwendina helbestên Cegerxwîn bi dawî bû.