
Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina xwe ya Efrînê re demografiya wê digûhere û bi danîna dîwaran perçekirinê pêk tîne.
Berdevkê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku Tirkiyê lêkirina dîwar dixwaze pêşî li vegera Efrîniyan bigre û got:
“Bêdengiya rejîma Sûriyê ya li dijî kirinên dewleta Tirk, gelek fikarên li hevkirina Tirkiyê û rejîma Sûriyê, çêdike.”
Berdevkê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî kirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê ji ajansa Hawar’ê re axivî.
Salih Muslim diyar kir ku li Efrînê danîna dîwaran yek ji planên dagirkirinê ye û got:
Bi danîna dîwaran perçekirina herêmê ne qanûnî ye û li dijî zagonên navnetewî ne.
Dewleta Tirk a dagirker bi van kirinan dixwaze sînorên xwe fireh bike û împaratoriya Osmanî vegerîne.
Ev jî gavek ji wan planên wanin ku dixwazin pêşî li vegera Efrînê û gelê Efrînê bigrin.
Hedef wan ne tenê Efrîn e, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
SALIH MUSLIM:
RÛSYA Û ÎRAN TAWÎZAN DIDIN TIRKIYÊ
Muslim balkişand li ser bêdengiya dewletên navnetewî li dijî kirinên dewleta Tirk û ev tişt anî ziman;
“Ev bêndengî jî li ser bingehê polîtîkayên wan yên berjewendiyan pêk tên.
Rûsya û Îran di danîna dîwaran û kirinên Tirkiyê de gelek tawîz didin.
Dixwazin bi wan tawîzan Tirkiyê bi aliyê xwe de bikişînin.
Rûsya di polîtîkayên xwe de pragmatik tev digere û Tirkiye kiriye bin bandoriya xwe , ev jî rê ji kirinên tirkiyê re vedike.
SALIH MUSLIM:
HEDEFA ME VEGERANDINA EFRÎNÊ JI DAGIRKERANE
Berdevkê PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku ew dîwarên ku tên danîn wê werin rakirin û di her aliyan de ji bo vegerandina Efrînê amadekarî hene.