Salih Gedo: Dema mijar dibin Kurd herkes bêdeng dimîne

Bertekên li dijî dewleta Tirk ku çekên kîmyewî li dijî gerîla bikartîne zêde dibin.
Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Salih Gedo diyarkir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve beşek ji siyasetên wê yên binkeftî ye.

Salih Gedo binkeftina dewleta Tirk a li hember gerîla bibîrxist û got:

Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê tevî bikaranîna teknîka pêşketî jî li hember gerîla têk çû.

Ji bo wê niha çekên kîmyewî yên qedexekrî bi kar tîne.

Salih Gelo bêhelwestiya hêzên navneteweyî ya li hemberî Tirkiyê rexnekir û wiha domand:

Dema ku çekên kîmyewî li Sûriyê hatin bikaranîn, civaka navneteweyê bertekên mezin nîşanda dan, lê dema mijar dibe Kurd her kes bêdeng dimîne.”

Gedo ji bo vê mijarê jî bang li PDK’ê kir ku danûstandinê bi dagirkeriya Tirk re neke, ji bo berjewendî û mafên kurdan bixebite

Back to top button