Artêşa Tirk gundên Til Temir, Til Rifet û Eyn Îsayê topbaran kir

Îro dîsa dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.
Vê carê jî gundên Til Temir, Til Rifet û Eyn Îsa bûn armanca topên dewleta qirker.

Artêşa dewleta Tirk îro dîsa gundê Til Şenan û Dirdara yên Til Temirê bi dijwarî topbaran kir.

Toparan ji saet 4’ê sibehê ve dest pê kir û heta van kêliyan jî dewam dike..

Heman artêşê gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yê navçeya Til Rifet jî da ber topan.

Her wiha gundê Dibis û Hoşan yên Eyn Îsa û rêya M4 bi dijwarî topbaran kir.

Tevî ku Rûsiya li herêmê garantor e jî lê heta niha li hember van êrişan nesekiniye û ji bêdengiya xwe dernakeve.

Back to top button