Lîderê El Qaîdê yê Sûrî Abdulhemîd El Mater hat kuştin

Artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku yek ji berpirsên payebilind ên El Qaîdeyê li Sûrî Abdulhemîd El Mater hatiye kuştin.
Êrişa hewayî li taxa Silûk ya bajarê Girê Spî pêk hat.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan li Bakur Rojhilatê Sûrî li dijî yek ji lîderên El Qaîdê operasyoneke serkeftî pêk anîne.

Têkildarî mijarê berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê John Rigsby (Con Rigsbî) daxuyanî dan.

Rigsby ragihand ku êrişa balafirê bê mirov li taxa Silûk a Girê Spî pêk hatiye û di encamê de lîderê El Qaîdê Abdulhemîd El Mater hatiye kuştin ê got:

Bi vê êrişê darbeke giran li rêxistina terorê El Qaîdê hate xistin û êdî wê nikaribe bi hêsanî amadekariya êrişan bike.

Artêşa Amerîkî îdîa kir ku di êrişê de ti zerar li xelkê sivîl nebûye..

Beriya 2 rojan li Başûrê Sûrî li dijî baregeheke Amerîkî ya herêma Tenefê êrişek pêk hatibû..

Tê gotin kuştina El Mater weke bersivdayîna vê êrişê ye.

Dawiya meha Îlonê jî ji lîderên El Qaîdê Salim Ebû Ehmed li nêzî bajarê Idlibê di êrişa Amerîkayê de hatibû kuştin.

Back to top button