E.X: Ger ne nasnameya Tirkî be kesek nikare derkeve derve!

Jinek ji Girê Spî, xwe ji hovîtiya çeteyên dewleta Tirk xelas kir.
Piştî ku reviya xwe gihandin herêmên ewle yên di bin serweriya QSD’ê de.
Jina ku ji ber rewşên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike behsa kirinên çeteyan yên li Girê Spî dike û dibêje:
”Li wir rewş aloz e, nasnameyên Tirk li şêniyan tên ferzkirin, yê ku nasnameya wî tine be jî nikare ji mala xwe derkeve.”

”Çete jinan direvînin, wan dikujin û dest davêjin wan.”

Bi van gotinan jina bi navê E.X behsa kirinên çeteyên dewleta Tirk ên li Girê Spî dike.

E.X ku nexwest ji ber ewlehiyê navê xwe eşkere bike ji Girê Spî direve û xwe dighîne gundên rojhilatê Eyn Îsa.

E.X diyarkir ku li Girê Spî rewş aloz e, ewlehî tuneye, çete rojane bi şerê hev dikin û sivîl jî dibin qurbanî.

E.X balkişand li ser guhertina demografî ya li herêmê pêk tê û wiha dibêje:

“Dewleta Tirk nasnameyên Tirkî li ser şêniyan û zimanê tirkî li dibistanên Girê Spî ferz kiriye.

Kesên ku nasnameyên Tirkî bi wan re tunebin nikarin ji malên xwe derkevin û jiyana xwe bi awayekî asayî derbas bikin.”

E.X di berdwamiya axaftina xwe de wiha dibêje: ”Yên ku li hemberî dagirkeran radibin anî tên revandin yan jî êşkence li wan tê kirin”.

E.X bi dilekî bi şewat xweziya xwe bi rizgarkirina herêmê ji dagirkeran û vegera QSD’ê tîne û gotina xwe bi vê pirsê bi dawî dike:

“Çima em li ser xaka xwe û li walatê xwe têne çewisandin û bindestkirin?”

Back to top button