Li Bakurê Kurdistanê geliyê Qewalê û Şelaleya Orê bûne cihên afirandina hest û xeyalan

Bajarê Colemêrg yê Bakurê Kurdistanê bi xwezaya xwe ya pir rengî cihekî afirandina hest û xeyalan a xweşikbûna jiyanê ye.
Yek ji wan cihên ku ji gelek kesan re bûye îlhama bilêvkirina hestan geliyê Qewalê û Şelaleya Ava Orê ye.

Colemêrg bi xwezaya xwe, ava zelal, berf, gol, geliyên kûr û şîn, şelale, şikeft û hezar û yek nebatên xwe dîsa lawirên kûvî, abîdeyek xwezayê ya heybet e.

Yek ji xwezaya bedew Geliyê Qewalê û Şelaleya Ava Orê ye.

Şelaleya Ava Orê ya li sînorê Colemêrgê cih digire, her werz xwedî ciwanî û bedewiyek cuda ye.

Tevî werza Peyîzê ye jî tiştek ji bedewiya xwe kêm nekiriye.

Geliyê Qewalê jî dayika Şelaleya Ava Orê ye. Cihekî ku hemû heybetiya xwezayê lê diyar dibe ye.

Lewma, hestên ku xweşikbûna xwezaya Colemegergê afirandiye li ser lêvan jî bûne stran.

Back to top button