Meclisa Girê Spî bang li Komkara Erebî kir ku li ber êrişan rabe

20’ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker li Kobanê êrişeke hewayî pêk anî.
Di encamê de 2 kes şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.
Li di dijî vê, Meclisa Girê Spî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û bang li komkara Erebî kir ku êrişan li ser Sûriyê bide rawestandin.

Endamên saziyî û meclisa navçeya Girê Spî tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê cîgirê hevserokatiya meclisê Heza Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê, êrişa dawîn a dewleta Tirk a li dijî sivîlên Kobanê hate şermezarkirin.

Meclisê da zanîn ku Rûsya berpirsa hedefgirtina sivîlên kantona Kobanê ye, ji ber ku ew garantora agirbestê ye.

Herî dawî Meclisê bang li civaka navneteweyî, komkara Erebî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku sûcên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Back to top button