Li Dêra Zorê li dijî rûspiyekî ji eşîreya El-Bû Salih û birayê wî êrişek pêk hat

Li ser rêya Cezra Bû Hemîd ya gundewarê Dêrazorê kesên nenas êrişî rûspiyekî ji eşîreya El-Bû Salih û birayê wî yê ji Qebîleya Begara kirin.

Kesên nenas ku li motorsîklêtekê siwar bibûn rûspî Mihemed El-Esed El-Bedir û birayê wî Hemîd El-Esed El-Bedir gulebaran kirin.

Di encama êrişê de Hemîd El-Esed El-Bedir hate kuştin û birayê wî Mihemed El-Esed El-Bedir birîndar bû.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Back to top button