KNK: Divê civaka navnetewî demildest êrişên kîmyewî li dijî gerîla rawestîne

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayan bikaranîna çekên kîmyewî dewam dike..Li dijî vê yekê, bertek û bangên rawestandina van êrişan her ku diçe, zêde dibin.. KNK’ê bang li civaka navnetewî û tevaya cîhanê kir ku van kirinên hovane rawestînin..
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Salih Gedo jî bang li PDK’ê kir ku dawî li hevkariya bi dewleta Tirk re bîne.

Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku li hember şervanên azadiyê nema dikare xwe ragire, êdî bênavber çekên kîmyewî bi kar tîne..

Ev çek li tevaya cîhanê qedexekirî ne..

Tevî vê jî, Tirkiyeya dagirker guh nade qanûn û van pîvanên navdewletî û êrişan li dijî herêmên gerîla dewam dike..

Li dijî van êrişan, nerazîbûn, bertek û bang her ku diçe, zêde dibin..

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê got:

“Dewleta Tirk a dagirker di şerê li dijî gelê kurd û gerîlayên azadiyê de pîvanên exlaqî û yasayî derbas kirine.

Tirkiye êdî gihaştiye wê astê ku çekên kîmyewî li dijî gerîlayan bi kar tîne.

Bi vê yekê dixwaze gel û destkeftiyan ji holê rake û Kurdistanê bi tevayî dagir bike.

Jixwe bêdengiya civaka navdewletî dihêle ku dagirkerî sînorê xwe derbas bike.”

KNK’ê di daxuyaniya xwe de ev bang kirin:

“Em bangê li raya giştî û NY, Amarîka, Ewropa, Çîn, Rûsya û dewletên ereban dikin ku sînorekî ji siyaseta şerxwaz a dewleta Tirk re deyînin.

Bila tîmeke taybet biçe qadên gerîla û bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike.

Bila Îraq û hikûmeta Başûrê Kurdistanê rê nedin ku Tirkiye xaka Îraqê dagir bike û welatiyan bide koçberkirin.

Em bang li hemû hizb, aliyên siyasî, rêxistinên navnetewî, mamostayên olî, rewşenbîr, azadîxwaz û hemû welatiyan dikin, bi erkê xwe yê netewî û mirovî rabin, dijî êrişên dewleta Tirk û Erdoxan rawestin.”

Salih Gedo: Divê PDK hevkariya bi dewleta Tirk re bi dawî bike

Di vê çarçoveyê de, Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Salih Gedo jî binkeftina dagirkeriyê li hember şervanên azadiyê anî ziman û got:

“Dewleta Tirk tevî teknîka pêşketî jî, li hember gerîlayan bi bin ketiye.

Ji ber vê yekê berî daye bikaranîna çekçn kîmyweî.

Divê PDK hevkariya digel dagirkeriya Tirk rawestîne û ji bo maf û berjewendiyên gelê kurd bixebite.”

Back to top button