Li herêma Cizîrê û Kobanê êriş bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin

Îro jî li gelek bajarên herêma Cizîrê û Kobanê, gef û êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê bi daxuyaniyan hatin şermezar kirin.
Bang li hêzên navnetewî, koalîsyona navnetewî û Rûsyayê hate kirin ku li dijî êrişan helwestê nîşan bidin.

Bi dehan endamên meclisa navçeya Dêrikê û endamên saziyên sivîl li ber avahiya navçeyê kombûn û bi daxuyaniyekê êriş û gefên li ser herêmê şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku faşîzma Tirk rojane sivîlan bombebaran dike û pabendî agirbestê nabe û hewil dide ewlehiya herêmê têkbibe.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa navçeya Girkê Legê jî bi daxuyaniyekê bêdengiya hêzên gerantor yên li dijî êrişan şermezar kir.

Bang li hêzên gerantor hat kirin ku qada asîmanî ya herêmê ji balafiran re qedexe bike.

Meclisa navçeya Tirbespiyê bi beşdarbûna bi dehan şênî û pêkhateyên navçeyê bi heman armancê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û got,

“Êriş û binpêkirinên ku ji hêla dewleta Tirk tên kirin asta kîn û nefreta li hemberî gelên herêmê nîşan dide.”

Her wiha bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bisekinin.

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birak jî êrişa dewleta Tirk a li ser Kobanê hat şermezarkirin û wekî kiryareke dûrî mirovahiyê û sedema alozî û nearamiyê, hat binavkirin.

 

Meclis û saziyên bajarê Hesekê di heman çarçoveyê bi daxuyaniyeke li ber avahiya meclisa kantonê êrişa li ser bajarê Kobanê weke rakirina tola têkbirina DAIŞ’ê û têkbirina ewlehiya herêmê hate dîtin.

Bang li koalîsyona navneteweyî, Rûsya û civaka navneteweyî hat kirin li dijî êriş û terora dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bidin.

TIL TEMIR

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê jî bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk li dijî bajraê Kobanê weke ragihandina şer li dijî gelên herêmê li pêşiya hêzên garanront û cîhanê binav kir.

Û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kirin ku li hemberî van êriş û sûcan rawestin.

DIRBÊSIYÊ

Meclisa navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku civaka navneteweyî berpirsê binpêkirinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin, dîtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê parlamentoya Katalonyayê ji bo AKP’ê, DAIŞ û Erdogan derbeyeke giran bû.”

ŞEDADÊ

Meclisa navçeya Şedadê jî bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe bi cih bîne û sûcên dewleta Tirk rawestînin.

KOBANÊ

Têkildarî heman mijarê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê jî bi amandebûna bi dehan ji malbatên şehîdan daxuyaniyek dan.

Di daxuayniyê de hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û êrişên li dijî gerîla hat şermezar kirin û hat gotin.

“Em wekî malbatên şehîdan ên Kobanê daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan bo malbatên wan dikin û bang li PDK’ê dikin ku dev ji xiyanetê berde.”

Back to top button