Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê banga eşkerekirina çarenûsa kesên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin, kir û xwest komîteyek biçe li herêmên dagirkirî lêpirsînê bike.
Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê li pêşiya navenda Komseriya NY’ ya li Qamişlo daxuyanî da û got:
“Di encama dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, gelek kes koçber bûn û ji aliyê çeteyan ve hatine revandin.
Heta niha çarenûsa revandiyan nediyar e.
Ji ber vê yekê, divê hêzên parastina aştiyê yên navdewletî biçin herêmên dagirkirî û li gor pîvan û qanûnên navdewletî rewşê bişopînin.
Divê NY tîmên taybet bişîne wan herêman, weke Serê Kaniyê û Girê Spî, û der barê binpêkirinên li wir de lêpirsînan veke, da ku sûcdar bên cezakirin.
Divê ji bo çarenûsa kesên revandî û serbestkirina wan kar bi lez bên kirin.
Her wiha divê ji bo rawestandina êriş û topbarana li dijî herêmên dagirkirî xebat werin meşandin.”