Yadê Wîdad: Min 3 caran bi Rêber Apo re hevdîtin kir

Yadê Wîdad 30 salan bê navber ji bo tevgera rizgariya Kurdistanê tê dikoşe û malbata xwe kiriye mînaka şoreşgeriyê. Yadê Wîdad ku 3 caran bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye, dibêje: Divê gelê kurd destkeftiyên xwe biparêzin û xeta şehîdan bişopînin.

Bi pêketina çirûska şoreşê li çiyayê Kurdistanê re di salên 1980’ê de, ji her aliyên Kurdistanê gelek malbat tev li şoreşê bûn.

Yek ji malbatên ku bi fikirên tevgera rizgariya Kurdistanê û bi rêber Abdullah Ocalan bandor bûne, malbata Yadê Wîdad e.

Dayika şehîd Fayîq Zap, Wîdad Naso 80’ê salî ye û ji gundê Mîrkan ê girêdayî kantona Efrînê ye.

Yadê Wîdad 30 salan di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de kar û xebat meşand û li Efrîn û Helebê ramanên rêber Abdullah Ocalan belav dikir.

Bi vê têkoşîna xwe rê li ber bi dehan ciwanan vekir ku tev li refên tevgerê bibin.

Yadê Wîdad 3 caran bi rêber Ocalan re hevdîtin kiriye

Wîdad, behsa hin kêliyên hevdîtinên xwe yên bi Rêber APO re kir

”Ez bi fikir û felsefeya Rêber Apo bandor bûm”

Yadê Wîdad her wiha anî ziman ku hezkirina welat û xeyalên avakirina Kurdistaneke azad û serbixwe xema wan a yekemîn e.

Di dawiyê de Yadê Wîdad got:

Divê gelê Kurd vê derfeta dîrokî winda neke, piştî ewqas têkoşîn, mafên xwe bi dest bixe û destkeftiyên xwe biparêze, her wiha xeta şehîdan bişopîne.

Back to top button