Kobanê dîsa bû hedef, 3 sivîl şehîd bûn

Careke din êriş û careke din Kobanê.
Balafirek bi çek ya bê mirov a dewleta Tirk îro dîsa li Kobanê li erebeyek sivîlan da.
Di encama bombebaranê de 3 sivîl şehîd bûn.

Îro dîsa Kobanê bû armanca êrişên dewleta Tirk a qirker.

Balafirek bi çek ya bê mirov a dewleta Tirk li ser rêya Heleb û Kobanê li erebeyekê ya sivîlan bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de 3 sivîlên ku nasnameya wan nehat zanîn şehîd bûn.

hinek dimenê seyarê dema dişewite bide

Dîmenên li ser ekranê yên erebeya ku bûye hedefa êrişa dewleta Tirk in.

Weke di dîmenan de jî xuya dibe erebe bi giştî hatî şewitandin.

Beriya 4 rojan jî dîsa dewleta Tirk bi balafireke bê mirov erebeyeke sivîlan li heman bajarî kiribû hedef.

Di wê êroşê de jî 2 sivîl şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk demên dawiyê êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirine.

Hema tenê di heftiyekê de îro bû 2 car ku êrişî Kobanê dike û sivîlan dike armanc.

Artêşa Tirk gundên Til Temir, Til Rifet û Eyn Îsayê topbaran kir

Ne tenê li Kobanê, dewleta Tirk li Til Rifet, Eyn Îsa û Til Temir jî rojane êriş dike.

Îro jî artêşa dewleta Tirk gundê Til Şenan û Dirdara yên Til Temirê bi dijwarî topbaran kir.

Gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên navçeya Til Rifet û gundê Dibis û Hoşan yên Eyn Îsa û rêya M4 jî bûn hedefa topên dewleta Tirk.

Hema bêje rojane ev êriş tên kirin û hemû pêkhateyên li herêmê dibin hedefa wan.

Tevî ku Rûsiya li herêmê garantor e jî lê heta niha ti deng jê derneketiye û li hember van êrişan ti hewlwestek cidî jî nîşan nedaye.

Back to top button