ŞERVANÊ HÊZÊN MECLISA LEŞKERÎ YA MINBIC HATE OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê Şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî yê Minbicê Cuma El-Elî Cafer bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî yê Minbicê Cuma El-Elî Cafer dema li ser erka xwe şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kirin şehîdan ji bo parastina xak û gelê herêmê canê xwe feda kirine.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button