Li Dêra Zorê mihrecana berhemên hinaran hat lidarxistin

Îro li bajarokê Sûse yê rojhilatê Dêrazorê Mîhrîcana 2’yemîn a Hinaran hat lidarxistin.

Mihrecan bi rêya Meclisa Gel a Sûse bi hevkariya Meclisa Sivîl a Herêma Rojhilatê Dêrazorê hat li dar xist.

Mihrecan bi armanca pêşxistina çanda parastina xwezayê, çandina darên berhemdar û piştgiriya qada çandiniyê û cotkaran hat lidarxistin.

Di mihrecanê de rûsipiyek ji navçeya Sûsê yê bi navê Elî Selûm )) axivî û bang li cotkaran kir ku parastina çandina darên hinara bikin ku navê Sûse jê hatiye.

Piştî axaftinan, zarokan stran û helbestên li ser hinaran pêşkêş kirin.

Back to top button