Li Kobanê 3 şervanên QSD’ê bi balafira dewleta Tirk şehîd bûn

Di nava 4 rojan de, du caran êrîşên bi balafiran pêk anîn û her du caran jî li ser Kobanî bûn.. Duh careke din dewleta Tirk erebeyek kir armanc û bombebaran kir. 3 şervanên QSD’ê di êrîşê de şehîd bûn.

Tirkiyeya dagirker asta êrîşên xwe dema dawî zêde kirine, nexasim êrîşên bi balafiran.

Duh êvarî, bi balafireke bêmirov erebeyeke din, li Kobanê bû armanca êrîşan û bi dijwarî hat bombebarankirin.

Êriş li ser rêya Kobanê-Heleb pêk hat û her 3 şervanên di erebeyê de bûn, şehîd bûn.

Berî 4 rojan, dîsa li Kobanê balafira dewleta Tirk li erebeyeke sivîlan da, hingî jî 2 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Back to top button