Li Bexdayê xwepêşandan dewam dikin

Li herêma Kesk a li Bexdayê alîgirên Heşd Şebî û komên Iraqê yên di hilbijartinan de bi bin ketin, xwepêşandan li dar xistin.

Li dijî redkirina daxwazên wan ji aliyê Komîseriya Hilbijartinan ve, duh êvarî alîgirên Heşd Şebî û komên din ên Iraqê hewl dan bi zorê derbasî herêma Kesk bibin.

Ev hewldan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat têkbirin..

Ev yek piştî gefên Esaib Ehil El-Heq yên serdegirtina herêmê, pêk hat.

Esaib Ehil El-Heq encamên hilbijartinên parlamantoyê yên 10`ê Cotmehê bi yên sexte bi nav dikin..

Back to top button